Çarşem, 11 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Şirnex û Edeneyê agirê yekem ê Newrozê hat vêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersînê agirê destpêkê yê Newrozê hate dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi droneyan êriş li ser kampên partiyên Rojhilat hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê wefat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûncer Bakirhan: Birêz Ocalan got, ‘Nebin parçeyê şerê herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê pîrozbahiyên Newrozê 11’ê Adarê li Kadîfekaleyê destpê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê-Îran di demeke nêz de vebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat tê çi wateyê?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Rojava gel bi koçberiyê tê ferzkirin, dixwazin herêmê bikin Erebî!
Rojava

Li Rojava gel bi koçberiyê tê ferzkirin, dixwazin herêmê bikin Erebî!

Hevseroka Komeleya Çavdêriya Koç û Lêkolînên Mezopotamyayê (GÖÇ-DER) Medya Alkan got ku êrîşên li ser Rojava bûne sedema pêlên koçê û got: “Li herêmê sûcên mirovahiyê tên kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di Rojhilatê Navîn de pevçûnên demên dawî krîzeke nû ya mirovî û koçê jî bi xwe re anî. Li Rojhilat, di têkoşîna gelê ku bi daxwaza azadî û serhildanê derketin kolanan de, gelek binpêkirina mafan pêk hat. Li gorî hejmarên fermî, di van bûyeran de, di nav de zarok jî hene, 13 hezar kes hatin kuştin. Komkujî û girtinên bêhiqûqî pêlên koçê jî çêkirin.

Li Rojava jî, piştî êrîşên li ser Helebê, di gelek bajarên herêmê de deh hezaran kes ji warên xwe hatin derxistin. Li gorî raporên SOHR’ê, di êrîşên çeteyan de 3 hezar û 400 malbat hatin koçkirin. Malbatên ku ji Efrîn û Şehba hatine derxistin li Cizîrê di mizgeftan de penaber bûn; li Kobanê jî gel ji av, elektrîk û xwarinê hat qut kirin. SOHR hişyariya krîza mirovî ya giran, bi taybetî ji bo jin û zarokan, daye.

‘DESTKEFTÎ TÊN HEDEF KIRIN’

 

Medya Alkan destnîşan kir ku bi vê pêla koçê dixwazin avahiya demografîk a herêmê biguherînin û got: “Ji bo ku sûcên şer bi dawî bibin û pêlên koçê rawestin, pêwîst e heyetên serbixwe herêmê bin û lêkolîn bikin.” Di derbarê Rojhilat û Rojava de got: “Li Rojava bi qasî 10-15 salan şer heye û gel gelek caran koç kir. Bi van êrîşan re, hem jiyan û hem jî destkeftî tên hedef kirin.”

Medya Alkan bibîrxist ku bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” Kobanê azad bû û got: “Gelê Kurd di vê pêvajoyê de ji xwe re jiyanek çêkir. Îro ev destkeftî dîsa tên hedef kirin. Ev êrîş herî zêde zirarê dide jin û zarokan û bandorên wan yên wêranker hene. Di her şerê de pêşî qurban jin, zarok û kesên seqet in.”

‘POLÎTÎKAYA EREBÎKIRINÊ TÊ BIKARANÎN’

Medya Alkan di derbarê van 10–15 salên dawî de got: “Di paşperdeya vê şerê de çîrokên pir giran hene. Travmayan jinan ewqas kûr in ku dê bibin mijara pirtûkan. Pêla koçê ya dawî dest pê kir li Helebê. Îro jî mirov bi gefa koçekê ya nû re rû bi rû ne. Li herêmê siyaseta yek-ziman, yek-nasname, yek-nîjad tê sepandin. Bi taybetî li hin herêman, polîtîkaya Erebîkirinê bi eşkere tê bikaranîn. Ev pêvajo qet tesadûfî nîne.”

Medya Alkan got ku armanca sereke ya pêlên koçê guherandina avahiya demografîk e û got:

“Ev pêvajo bi Efrînê dest pê kir, bi Şehba, Îdlib û Serêkaniyê dewam kir. Niha herêmên din jî di bin gefê de ne. Ji gelê ku berxwedanê dike av û elektrîk tê qut kirin. Mafê jiyanê yê mirov bi awayekî sîstematîk tê standin û bi zorê tên koçkirin. Ev sûcê şerê û sûcê mirovahiyê ye.”

‘GEL NAXWAZE KOÇ BIKE’

Medya Alkan got ku jin çek hildigirin û bi gelê sivîl re bi hev re berxwedanê dikin û got: “Ev dîmen nîşan didin ku gel wê welatê xwe naterikîne. Mirovan ne şer qebûl dikin û ne koçê. Di van şertan de îradeya berxwedanê nîşan didin. Koçkirina bi zorê sûcekî mirovahiyê ye û mafê tu kesî tune ye vî tiştî bike.”

‘DIVÊ HEYETÊN NAVNETEWÎ BIÇIN HERÊMÊ’

Medya Alkan di dawiya gotinên xwe de bang li mekanîzmayên navnetewî kir û got: “Heyetên navnetewî divê bilez biçin herêmê, pêvajoyê li cihê xwe bibînin û bişopînin. Heta ku cîhan bêdeng bimîne, dê zêdetir mirin, zêdetir koç û felaketeke mirovî ya mezintir pêk were.

Em wekî komele bi daneyên ku li destê me ne lêkolîn dikin, karên qadê dimeşînin û hewl didin ku mekanîzmayên navneteweyî bixebitînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Garrigos: Kurd careke din rastî xiyanetê tên, em rê nedin vê yekê! 
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xelkê Rojava bi ruhê şoreşgerî herêmên xwe diparêzin

Xelkê Rojava bi rihekî berpirsiyar û komî li kêleka Asayîşê parastinê xwe û herêmên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’

Nûnertiya Kongra Star û Meclisa Jinan ya PYD’ê ya Silêmaniyê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya…

Ji aliyê Stêrk TV

Soydan Akay: Manîfestoya Rêbertî divê bê gihandina gel

Soydan Akay diyar kir ku ji bo pêvajoya nû divê bersiva pirs û fikarên gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

100 girtiyên ku hatin berdan ji aliyê malbatên xwe ve hatin pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Sîpan Hemo bi fermî dest bi erkê xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêya M4 a di navbera Cizîr û Helebê ji nû ve hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?