CDU bi lîdertiya Serokwezîr Friedrich Merz ji sedî 34,2 deng standin û bû partiya yekemîn. Rêjeya dengê sosyal demokrat SPD daket 22,6’ê. Keskan jî ketineke cidî jiyan kir û di sedî 11,7’ê de ma.
Encama herî balkêş a hilbijartinan jî bilindbûna AfD’ê bû. Partiya bi lîdertiya Alice Weidel beriya salekê tenê di asta %5’ê de bû, lê di vê hilbijartinê ji %16,4 deng stand û derketineke xurt pêk anî.
AfD a ku sala 2013’an hate avakirin, bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçberan di salên dawî de li rojhilat piştgiriyeke mezin qezenc kiribû. Sala 2024’an li Thuringenê bi sedî 33 dengan bûbû partiya yekemîn, di hilbijartinên federal ên sala 2021’an de jî li seranserî welêt bi %20,8’ê gihiştibû encameke dîrokî.