Komeleya Mafên Mirova a Rojhilatê Kurdistanê, di rapora xwe ya sala 2024’an de ragihand ku 4 jê jin 156 kes hatine darvekirin. Li gorî raporê, 30 jê jin giştî 586 kes hatine girtin û ji 132 kesan re bi tevahî 398 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Komeleyê di rapora xwe de da zanîn ku di sala 2024’an de 97 jin û 156 zilam bi tevahî 253 kesan di encama bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku 106 zilam û 47 jin bi tevahî 153 kes hatine qetilkirin.
Komeleya Mafên Mirovan bal kişand ser zexta dewletê ya li ser rêxistinên civakî û çapemeniyê û diyar kir dibe ku bilançoya rastîn girantir be.