TAMBOV
Pîrozbahî li avahiya Mala Kurdan a li navçeya Tambovê ya Rûsyaya Federal hat lidarxistin.
Berpirsyara meclîsa jinan Senema Fêro axivi û silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemu jinên Kurdistanê, gerîla û girtiyên zindanan re şand û 8’ê Adarê pîroz kir.
Senem ev tişt got: “Azadiya Kurdistanê girêdayî azadiya Rêber Apo ye.”
Her wiha endama Tevgera TJKN’ê Fatma Arîn jî axivî û got: “8’ê Adarê li ser bingeha têkoşîna jinan hate bidestxistin, îro jinên Kurd xwedî li mîrateya vê rojê derdikevin û li gorî wetaya wê pîroz dikin.”
pîrozbahî bi govend, mûzîk û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ADÎGEY
Li Komara xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya jî ji bo pîroz kirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gel li hev civiya.
Civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan ve li Avahiya Mala Kurdan a herêmê hatibû lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Li ser navê Meclîsa Jinan Broêva Sînem axîvî û behsa wateya rojê kir û cejna 8’ê Adarê pîroz kir. Piştî civinê gul li jinan hate belavkirin.