Li gundê Dêrelî yê gundewarê başûr ê Şamê çekdarên rûgirtî bijîşk- parlamenterê rejîma berê Hemze Şahîn ku ji taîfeya Durzî ye, ji pêşiya klînîka wî ya li nêzî mala wî revand.
Der barê sedemên revandinê û cihê ku Şahîn ji bo wî hatiye birin de, tu agahî nehatine zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev di demekê de pêk tê ku rewşa bêaramiyê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, sûcên revandinê ji bo pereyan û rewşên kuştinê, zêde bûne.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		