Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi dirûşma “Em ê bi ruhê yekitiyê bi ser kevin” li avahiya Navenda Perwerdehiyê ya Gel a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê civînek pêk anî. Di çarçoveya civînê de înîsiyatîf bi alim, mele û rûspiyên Şemzînanê re hatin cem hev, pêvajo û yekitiya neteweyî nîqaş kirin. Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, rêveberên saziyên sivîl, mele, mixtar û rûspî tev li civînê bûn.
‘BERXWEDANA KURDAN HIŞMENDIYA NETEWE DEWLETAN TÊK BIR’
Civîn bi deqeyekê rêz girtinê destpê kir. Piştî merasîma rêzgirtinê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bal kişand ser têkoşîn û berdêlên ku gelê Kurd heta niha danê û got: “Heke îro em dikaribin bi zimanê xwe biaxivin saya van bedelan û têkoşînê ye. Di saya van bedelan de êdî hemû dinya hebûna gelê Kurd qebûl dike. Piştî têkoşîna 52 salan, ew qas bedel îro şûn ve em bi tu awayî nahilên tu netewedewlet mafên gelê Kurd, çand, ziman û hebûna gelê Kurd tune bike. Mînaka berxwedanê ya herî girîng jî berxwedana 2014’an a li Rojava ye. Li Rojava berxwedana gelê Kurd hişmendiya qirêj a netewe dewletan têk bir. Jiyan û modela rêvebiriyê ya ku li Rojava hatiye avakirin ji bo hemû cîhanê bû mînak.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekitiyê û ev tişt got: “Çawa ku 2014’an de bi êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê gelê Kurd yekitiyeke xurt nîşan da û Kobanê parast, îro jî ji 6ê çileyê ve heta niha dîsa gelê Kurd bi rihê neteweyî û yekitiyê li Rojava xwedî derdikeve. Li her aliyê Kurdistanê ev yekitî derket holê. Rola birêz Abdullah Ocalan, birêz Mesûd Barzanî û birêz Bafil Talabanî di vê xwedîderketina li Rojava da girîng bû. Piştî vê yekitiyê êdî tu hêz nikare li ser maseyan, di derheqê mafên gelê Kurd, nasname û hebûna gelê Kurd de planên qirêj bike. Yekitiya gelê Kurd van planan hemû pûç kir. Me îro li Rojava ev yek dît. Em wek însiyatîf û saziyên din xebatên ji bo yekitiyê dimeşînin, lê ev têrê nake. Pêwist e mezinên me, rûspiyên me jî vê berpirsyariyê bigirin ser xwe, karê yekitiyê karê me hemûyan e, çi ji destê me kê tê divê em bikin.”
Piştre rêveberê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Lokman Ozdemîr da zanîn ku hemû rûspiyên Kurd berpisyarê vê pêvaşoyê ne. Lokman Ozdemîr diyar kir ku Şemzînan ji ber ku di navbera Rojhilat û Başûr de ye gelek watedar e û got: “Em kîjan olê baver bikin bila bikin pêwîste çand were parastin. Bo çi gava yekê Filîstînê tê kuştin herkes ser piyan e, gava Rojavayê kuştin çêdibe kes ranabe ser pêyan, ma em ne mirovin. Şemzînan salên 90’î de kirin cihê hîzbûlkontrayan, ew xelas bûn lê niha jî cemeet derketin.”
Piştî axaftinan civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

