Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi dirûşma ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şengalê ava bikin’ hat lidarxistin. Cihê şahiyê bi kulîlkên Nîsanê hatin xemilandin û Êzidî bi cil û bergên xwe yên resen tev li bûn.
Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Naîf Şemo axaftina vekirinê kir û wiha got: “Hêvî dikim hemû rojên me wisa be. Yek jê roja me ya girîng û pîroz jî Çarşema Serê Nîsanê ye. Ji ber ku di vê rojê de cîhan hatiye afirandin. Em weke Rêveberiya Xweser vê rojê li hemû Êzidî û cîhanê pîroz dikin. Em vê rojê li malbatên şehîdan, şervanên li serê çiyan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em vê cejna pîroz li serokê xwe pîroz dikin û berxwedana li Îmraliyê silav dikin.”
Piştî axaftina vekirinê Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê û bi stranên xwe dilê gel xweş kir.
Piştre peyama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin. Di peyamê de cejna Êzidiyan hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi destxistina xweseriya Şengalê. Em vê cejnê li Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û hêzên YBŞ-YJŞ pîroz dikin. Em hêvî dikin ku sala bê her kes bi azad vê cejnê pîroz bikin.”
Piştî peyamê têkildarî girîngiya rojê şanoyek hat pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin.
Şahiya Çarşema Serê Nîsanê bi gerandina govendê berdewam kir.