Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî êrîş bir ser Şengalê.
Li gorî agahiyên destpêkê, bi dema herêmî saet di 23:30’î de li gundê Barê yê navçeya Xanesorê û bajarokê Dugirê, bombe li malên gelê sivîl hatin barandin. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de jina bi navê Întisar Xwedêda Elî Mirad birîndar bû.
Liv û tevgera hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li Şengalê dewam dike.