Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xamaney çawa hat kuştin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Weşana Giştî ya Ajansa ANKA Haber’ê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Nêzîkatiyên tasfiyekar wê bibe şaştiyeke mezin a siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Oya Ersoy: Di raporê de zimanê aştiyê, mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê kêm e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rezan Sarica: Divê statuya girtîgeha li Îmraliyê bê rakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG’ê Bor

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Iraqî berpirsyariya êrişa li ser Hewlêrê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bismilê meşa jinê: Têkoşîn wê heta pêkhatina mafê hêviyê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kobanê ji bo xwedîderketina li YPJ’ê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Kurd dixwazin pêşengiyê ji kongreya yekîtiyê re bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Adarê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana jinan civaka demokratîk diafirîne’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Plaftorma Yekîtiya Netewî ya jinên Kurd encamnameya bi 21 xalan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Şengalê konferansa jinûve avakirinê ya şaredariyan destpê kir
Kurdistan

Li Şengalê konferansa jinûve avakirinê ya şaredariyan destpê kir

Şaredariyên Gel ên Şengalê dest bi konferansa xwe ya 2'yemîn kir. Tê payin ku şaredarî li ser bingeha 'komunan' xwe jinûve ava bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şaredariya Gel a Şengalê ku piştî fermanê, di sala 2015’an de bi navê Navenda Xizmetguzariya Şengalê li Serdeşta Çiyayê Şengalê dest bi xebatên xwe kir, îro gaveke nû ya girîng davêje û konferansa xwe ya duyemîn lidardixe.

2.Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê, bi dirûşmeya ‘Emê bi şaredariyên gel ava xwe, axa xwe û jiyana xwe komînal bikin’, bi beşdariya 300 delege û mêvanî îro destpêkir. Wê di konferansê de kar û xebatên şaredariyên gel ên 10 salan werin nirxandin û her wiha wê ji bo ji nû ve avabûna şaredariyên gel, perspektif û plansaziyeke nû were derxistin. Wê rojeva esasî ya konferansê, ji nû avakirina xebatan li ser esasê komînan be.

Di serî de kedkar û xebatkarên şaredariyên gel, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê di konferansê de amade bûne. Ji derveyî Şengalê jî mêvan beşdarî konferansê bûne. Hevseroka Şaredariya Bînarê Qendîlê Dr. Dilşêr Îbrahîm û Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen jî di nav de, ji Qendîl û Mexmûrê 2 şande di konferansê de amade ne. Şaredariyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku ji ber pirsgirêkên rê nekarîn xwe bigihînin Şengalê, bi dîmen peyamên xwe gîhandin konferansê.

Konferansa ku bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, bi axaftinên destpêkê û peyaman berdewam kir. Axatina vekirinê ji aliyê Berdevkê Şaredariyên Gel ên Şengalê Xwedêda Ilyas ve hat kirin. Xwedêda Ilyas di destpêka axaftina xwe de xêrhatina şandeyên Mexmûr û Binarê Qendîlê kir û got: “Em vê konferansê li gelê xwe, li Rêveberiya Xweser a Şengalê pîroz dikin. Hedefa me ji vê konferansê, em karibin perspektîfeke nû ji bo xebatên şaredariyan ava bikin. Em dixwazin axa xwe, ava xwe û gelê xwe biparêzin. 10 salin em vê xebatê dimeşînin lê êdî ev têrî nake, em dixwazin kar û xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demoakratîk a Şengalê Hisên Sedo jî ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê konferansê li gelê Şengalê pîroz kir û wiha axivî: “Em bawer dikin ev konferans bi encameke baş bi dawî bibe. Niha tiştê herî girîng ewe ku em şaredariyên xwe li ser esasê komînan ji nû ve ava bikin. Emê çawa her tiştê xwe komînal bikin, nîqaşa herî girîng eve. Li Şengalê pêwîste em her tiştê xwe li ser komînan ava bikin. Pêwîste em bi avakirina komînan dest bi hemû xebatên xwe bikin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî endama Koordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî peyam da konferansê. Ferîde Şengalê bal kişand ser pêngava Aşitî û Civaka demoakratîk a Rêber Apo û wiha berdewam kir: “Di pêngava ku Rêber Apo daye destpêkirin de, lidarxistina vê konferansê gelekî girînge. Rêber Apo herî zêde girîngî dide komînan, pêwîste em jî xebatên xwe li ser vê esasê bimeşînin. Bi keda şaredariyên gel ên Şengalê gelek kar û xebat hatine meşandin lê saziyên resmî yên hikumetê kar nekirine. Şaredariyên Gel ên Şengalê ev 10 sal in bê navber kar û xebat dimeşînin. Karekî pîroz meşandiye. Paqijî, çandina daran, sererastkirina rêyan hemû keda şaredariyan e. Em bi keda şaredariyên xwe serbilind in. Ev şaredarî ya gel e û wê gel jî xwedî li şaredariyên xwe derkeve.”

Ferîde Şengalî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina komînan û got: “Rêveberiya Xweser, TAJÊ, şaredarî û hemû sazî û dezgehên me pêwîste di çarçoveya banga Rêber Apo de komînên xwe ava bikin. Eger em komînan ava nekin em nikarin li Şengalê karên mezin bimeşînin û ciavaka xwe jî birêxistin bikin. Em li ser navê TAJÊ vê konferansê li Rêber Apo û li şehîdan, li keda xwe, li kedkarên şaredariyan pîroz dikin.”

Beşdariya şandeyên ji Bînarê Qendîlê û Wargeha Ş. Rustem a Mexmûrê coş û moraleke mezin da konferansê. Hevserokê Şaredariya Bînarê Qendîlê Dr. Dilşêr Îbrahîm silavên gelê Qendîlê gîhandin Şengalê û wiha axivî: “Em silavên 67 gundên Qendîlê digihînin we. Em zehf kêfxweş in ku beşdarê vê konferansê dibin ku bi dirûşmeya axa xwe, ava xwe û jiyana xwe komînal bikin tê lidarxistin. Ev dirûşmeyeke gelekî girîng e. Gelê Şengalê gelek ferman dîtine û bedel dane. Ji ber êrîşên dijminan, Şengal jî Qendîl jî gelek bedel dane. Keda ku ji bo Şengalê hatiye dayîn gelek li ber çav e. Em jî hevserok û kedkarên şaredariyan pîroz dikin, me pêşketineke mezin li Şengalê dît. Me dît ku gelê me ji bin konên koçberiyê derketine, em pê kêfxweş in. Em weke Şaredariya Qendîlê çi bikeve ser milê me emê xizmeta gelê Şengalê bikin.’’

Şandeya ku ji Mexmûrê hatibû jî peyama gelê Mexmûrê gîhandin Şengalê. Li ser navê Şaredariya Gel a Mexmûrê Fatma Bîlen destnîşan kir ku di bingeha avakirina civaka demokratîk de komîn hene û wiha berdewam kir: “Rêber Apo rêya avakirina komînan da pêşiya me. Pêwîste hemû sazî û dezgehên me, şaredariyên me xwe li ser sîstema komînan ava bikin. Xwedîderketina ava xwe, axa xwe, gelê xwe girîng e. Eger em ne rêxistinî bin wê dijmin her dem fermanê li ser me rake. Rêber Apo ji bo hemû gelan, ji bo gelê Şengalê jî pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Her çiqas birînên civaka Êzidî vekirî ne, şaredariyên gel ên Şengalê ev 11 sal in kedeke mezin didin. Pêwîst e gel jî destekê bide şaredariyên xwe. Ev ax bi keda şehîdan hatiye avakirin, em vê ji bîr nekin. Gelê Şengalê, gelê Mexmûrê gelek bedelên giran dane. Her çiqas derfetên me kême jî, lê li ser bingeha komînan em xwe rêvedibin. Daxwaza me ji gelê Şengalê eve, em bi rêya avakirina komînan jiyana xwe ava bikin. Em bi vê konferansê gelek kêfxweşin. Weke Şaredariya Mexmûrê çi bikeve ser milê me em ti carî xwe nadin paş. Ya herî girîng em ji Rêber Apo re bibin bersiv û sîstema komînan ava bikin, emê destê Rêbertiya xwe xurt bikin û emê bibin bersiva keda şehîdan.’’

Piştî peyamên destpêkê, peyama Rêber Apo ya ji bo gelê Ereb hate xwendin. Peyama Rêber Apo bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo’ hate pêşwazîkirin. Pey peyama Rêber Apo, peyamên şaredariyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê yên bi dîmen hatin temaşekirin. Piştî ku peyamên konferansê xilas bûn, sînevîzyona ku ji bo danasîna kar û xebatên 10 salan ên şaredariyên gel hate temaşekirin.

Konferans wê bi xwendina perspektîfên Rêber Apo yên derbarê şaredariyên gel û komînan de, xwendina rapora kar û xebatan û perspektîfa ji nû ve avabûna şaredariyan berdewam bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Venezuelayê nerazîbûn nîşanî Trump da ku ‘qada hewayî girtî îlan kir’
Nûçeya Pişt re Li Humsê gora komî hate dîtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pergala Edaleta Jinê: Mala Jinê û Qanûna Jinê -1-

Saziya Mala Jinê ku bi ‘Qanûna Jinê’ re mafên jinan diparêze û avakirina malbateke demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê cenazeyên 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê cenazeyê 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî û bi heybet spartin…

Ji aliyê Stêrk TV

Piştî 9 salan di doza ‘gefa li Serokkomar’ de 4 sal û 2 meh ceza li Taşkesen hate birîn

Cemîl Taşkesen di doza ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal de piştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Xamaney çawa hat kuştin?

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Wê encamên van êrîşan bandorê li herêmê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li gorî Kîev, Rûsyayê ‘garantiyên ewlehiyê’ yên DYE’yê di prensîbê de qebûl kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Serdana girseyî ji bo malbata şervanê YPG’ê Bor

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?