Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helsînkiyê şahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li ser îdîayekê cezayê heta bi hetayê yê girankirî lê birîn: Bi du zarokên xwe li girtîgehê ye
Kurdistan

Li ser îdîayekê cezayê heta bi hetayê yê girankirî lê birîn: Bi du zarokên xwe li girtîgehê ye

Pelda Elçî di dema qedexeya derketina derve ya salên 2015-2016'an de li gel ku ne li Cizîrê bû 'cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî' lê hate birîn. Piştî biryarê, Pelda neçar ma ku li gel du zarokên xwe yên biçûk bikeve girtîgehê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan dewam dike. Li gel bangan jî çareseriyeke mayinde ji van binpêkirinan re nayê peydakirin. Binpêkirin ji zarokên du salî heta bi mirovên 70 salî bandorê dikin.

Li gorî daneyên fermî 759 zarok bi dayika xwe re li girtîgehê dimînin. Pelda Elçî yek ji wan dayikan e ku li gel 2 zarokên xwe li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin.

Di dema qedexeya derketina derve ya dema salên 2015-2016’an de bi beyanên ‘şahidan’ doz lê hate vekirin û cezayê girtîgehê yê ‘heta bi hetayê yê girankirî’ lê hate birîn. Li gel ku dosya Pelda Elçî li dadgeha îsnafê ye, biryar hate dayin ku bi rengekî girtî bê darizandin.

Pelda Elçî ku li gel zarokên xwe yên du û sê salî ji meha Gulanê û vir ve girtî ye, anî ziman ku zor û zehmetî bi rêk û pêk bûne û banga piştevaniyê kir.

Pelda Elçî li gel ku di dema qedexeya derketina derve de ne li Cizîrê bû, yek ji wan kesan bû ku hate binçavkirin û piştî beyanên bi êşkenceyê hatin wergirtin, ji xala 302’emîn bi sûcdariya ‘Xerakirina yekparebûn û yekîtiya dewletê’ doz lê hate vekirin. Dema ku hate darizandin zarok bû. Wê demê hîn nebûbû 18 salî. Pelda Elçî piştî bi salan hate binçavkirin.

Piştî ku hate binçavkirin 9 mehan li girtîgehê hate ragirtin û piştre bi biryara ragirtina li malê hate berdan. Nêzî 2 sal û 8 mehan li malê ragirtî ma. Di dozê de ku 10 sal in dewam dike mehên derbasbûyî biryar hate dayin. Têkildarî Pelda Elçî ku cezayê girtîgehê yê ‘heta bi hetayê yê girankirî’ lê hate birîn, biryara girtinê hate dayin.

Piştî dayina biryarê ji ber ku kes nebû li zarokên wê binihêre, li gel du zarokên xwe kete girtîgehê. Pelda Elçî dixwaze pêvajoya darizandinê ya bi rengekî nehiqûqî hate meşandin bê betalkirin.

Ji parêzerên dosyayê Rihan Gok anî ziman ku darizandina hate kirin ji serî heta binî nehiqûqî û ne rewa ye. Rihan Gok diyar kir ku di dosya Pelda Elçî de beyanên şahidan ên ku dikarin bi dijberî bêne nirxandin di pêvajoya şer û operasyonan de hatin wergirtin û anî ziman ku şahidan gotin, êşkence li wan hatiye kirin, beyan qebûl nekirine û ev yek di her qonaxa darizandinê de anîne ziman.

Rihan Gok ragihand ku hemû binçavkirinên wê demê û îfadeyên hatin wergirtin bi rengekî gumanbarî nehiqûqî ne û destnîşan kir, di vê demê de ku hiqûq hate betalkirin, ti tişt li gorî qanûnan bi rê ve neçû. Rihan Gok anî ziman ku wan tespît kirine, di raporan de ‘îdîaya ku hate gotin Pelda hatiye teşhîskirin’ li gorî qanûnên PVSK’ê hatiye kirin.

Rihan Gok anî ziman ku ev rapor divê di hikum de esas neyê wergirtin û got, kesên ku di raporan de îfade dan, piştre anîn ziman ku bi êşkenceyê beyan dane û diyar kirin ku ew Pelda nas nakin.

‘DI DEMA SÛC DE LI CIZÎRÊ NEBÛ’

Rihan Gok got, di dema çalakiyan de ku Pelda Elçî pê tê sûcdarkirin zarok bû û ne li Cizîrê bû, ev yek jî bi belgeyan ispat kiriye û diyar kir ku Pelda li derveyî Cizîrê li bajarekî dema ku ji xwe re tiştek dikirî hate girtin.

Rihan Gok got, “Li gel ku me bi belgeyan ispat kir ku amadekariya zewacê dikir û demeke dirêj ne li Cizîrê bû, ev yek ji aliyê dadgehê ve hêjayî dîtinê nehate dîtin. Dosya Pelda bi beyanên şahidan ên nerast hate nepixandin. Li gel ku ti delîlên şênber nîne jî têkildarî Pelda ceza hate birîn.”

DU SALAN LI MALÊ HATE RAGIRTIN

Pelda Elçî beriya ku hikum lê bê birîn 9 mehan girtî ma. Piştre jî hate berdan û cezayê girtîgehê yê ragirtina li malê lê hate birîn. Pelda 2 sal û 8 mehan li malê hate ragirtin û di vê demê de ti binpêkirin nekir. Lê belê 12’ê Gulanê bi hikmê lê hate birîn re biryara girtina wê hate dayin.

Pelda ku 28 salî ye, 8 sal in zewicî ye, sê zarokên wê hene. Yek ji zarokên wê pênc, yek sê, yek jî dus alî ye. Pelda piştî hate girtin ji ber ku kes nebû li zarokên wê binihêre du zarokên wê ji neçarî pê re têne ragirtin. Niha bi du zarokên xwe li Girtîgeha Şirnexê tê ragirtin.

Rihan Gok diyar kir ku girtîmayin bandorê li derûniya zarokan dike û got, “Girtîgeh bandoreke giran li wan dike. Pelda dixwaze ew û zarokên wê bêne berdan û li malê bêne ragirtin.”

‘6 MEH QEDEXEYA HEVDÎTINÊ LI HEVJÎNÊ WÊ HATE BIRÎN’

Rihan Gok ragihand ku piştî van binpêkirinan hevjînê Pelda dema hat hevdîtinê li bêhiqûqiyê rast hat got, “Li hevjînê wê şeş meh cezayê hevdîtinê hate birîn. Ev malbata ku di rewşeke zehmet de ye, bi vê biryarê re perîşan bû. Divê ev bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
Nûçeya Pişt re Piştî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê jî pêkanînên li ser Îranê xist meriyetê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mazlûm Ebdî ji Colanî re got: Divê yên li pişt komkujiyan hesab bidin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê Colanî hesabê êrîşên li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîsên dewleta Tirk 3 rojnamevan binçav kirin

Li Erdîşê sê rojnamevan li nuqteya kontrolê ya polîsan hatin sekinandin û binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 26’Ê SIBATA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?