Çeteyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan ku bikevin taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li gorî agahyan gelek kes li taxê hatin revandin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku kesên hatine revandin birine cihên nediyar û ev yek jî bûye sedema alozî û fikaran.
Komîteyên xwecihî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirinku zêdetirî 271 kesa winda ne.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku çeteyan bi sedan şêniyên taxên ku di rojên borî de bi rojan rastî bombebarana sîstematîk hatibûn girtin. Jin birin mizgeftan, mêr jî birin cihekî nediyar.
Heyva Sor a Kurd doh ragihandibû ku çeteyên girêdayî hikûmeta veguhêz 3 endamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandine.

