Rejîma Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) a di bin serokatiya Ehmed El Şara (Colani) de, peymana 10’ê Adarê ya li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî îmze kiriye, binpê dike û êrîşên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser zêde dike. Çeteyên girêdayî HTŞ’ê yên li Dêr Hafir, Tişrîn û Helebê êrîşên xwe zêde dikin, bi taybetî jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hedef digirin û hewl didin zemîna şer û pevçûnan biafirînin.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê di salên ku krîza li Sûriyeyê destpê kir de destpêkê di hedefa çeteyên El Nusrayê de bûn piştre di hedefa çeteyên DAÎŞ’ê de bûn, niha jî di hedefa çeteyên HTŞ’ê de ne. Ji 7 rêyên sereke yên her du taxên ku nêzîkî 50 hezar malbat (500 hezar kes) lê dijîn bi bajarê Helebê ve girê didin, 3 rêyên sereke ji aliyê çeteyan ve bi barîkatên ji axê hatine dorpêçkirin.
Di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de; Di 1’ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û HTŞ’ê de jî peyman hatibû îmzekirin; li gorî peymanê, bi awayê ku li taxan bi ser rêyên sereke ve werin girêdan wê xalên kontrolê bihatana avakirin. Lê belê rejîma çeteyan a 77 caran peyman binpê kiriye, li ser taxan bi dronan keşfê dike û welatiyan direvîne. Her wiha saziyên kamûyê yên weke Nexweşxaneya Asturiyanê jî veguherandine baregehên leşkerî.
Xaçerêya El Yerimûk, Xaçerêya El Cindol, Rêya El Hedîqa, Xaçerêya El Şîhan, Rêya Telia Eşrefiyê, Rêya El Ewarid û Rêya El Cezîra taxan bi ser Helebê ve girê didin. Lê belê rejîmê, çend rojan beriya niha Rêya Yerimûk a li rojavayê Taxa Şêxmeqsûd û Xaçerêya El Cindol a li bakurê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê û herî dawiyê jî Rêya Nadiya El Celayê bi barîkatan girt.
‘ŞAM DIXWAZE ME BÊ NEFES BIHÊLE’
Hevserokê Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo têkildarî rewşa dawîn a taxan agahî dan Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê û got: ‘’Rêveberiya Şamê, dixwaze me bê nefes bihêle. Tiştên ku niha rû didin, weke kiryarên Tûgaya 4’emîn a rejîma BAAS’ê ne.’’
Nûrî Şêxo diyar kir HTŞ’ya ku di Kanûna sala 2024’an de rêveberiya Şamê bi dest xistiye, polîtîkaya ‘’tolhildanê’’ esas digire û li hemû bajaran dest bi komkujî, zext û tasfiyeyê kiriye û pirsa; ‘’Hewl dan ku hemû deveran bixin bin kontrola xwe û yekperestiyê ferz bikin. Gelo dewlet yan jî desthilatdariyeke ku polîtîkaya tolhildanê esas digire wê ser bikeve?’’ dike. Nûrî Şêxo diyar kir ku çeteyên ku Elewî, Durzî û Xiristiyan qetil kirine niha jî gelê Kurd kirine hedefa xwe û bi taybetî jî berê xwe dane van her du taxan û hişyariya; ‘’Ji bo sererastkirina rewşê hevdîtin berdewam dikin lê belê ji bo destpêkirina şer û pevçûnan zemînê diafirînin’’ dike.
Çeteyên ku ji rojavayê Helebê heya bakurê wê nêzîkî 20 û 30 xalên kontrolê ava kirine û her du tax dorpêç kirine, li gel 3 rêyên sereke di heman demê de rêya Dêr Hafir û Herêma Cizîrê ya herêmên Heleb û Rêveberiya Xweser hevdu ve girê dide jî girtine. Gel, ji bo derbasbûnê neçar maye ku ji gundên Hamayê rêyên bi dirêjahiya 300 kîlometreyî bi kar bîne. Her wiha heya niha ciwanên ku rêya Dêr Hafirê bî kar tînin bi hinceta ku ‘’girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk in’’ binçav dikin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) dane rojnameya me, çeteyan zêdetirî 20 kes girtine.
ÊRÎŞAN DIPEJIRÎNE, LÊ NIKARE EWLEHIYÊ MISOGER BIKE
Şêxo, diyar kir ku li taxan şerekî taybet tê meşandin û anî ziman ku çeteyên biyanî yên wekî Emşat, Hemzat, Uygur û Tirkmen fermanan ji dewleta Tirk digirin û bi çekên giran gefê li gel dixwin û wiha got, “Dibêjin ger hûn çekên xwe radestî me nekin dê dawiya we mîna Serêkaniyê û Girê Spî be. Lê li hember vê yekê bêdengiya Şamê tê wateya pejirandina êrîşan û nemisogerkirina ewlehiyê.”
MIROV TÊN QETILKIRIN Û MAL TÊN DESTESERKIRIN
Şêxo, da zanîn ku li gelek taxên Helebê pirsgirêkên ewlehiyê û rageşî hene û got, gelek malên gel hatine desteserkirin. Şêxo ev tişt jî got, “Desteserkirina malan, binçavkirin, dizî û qetilkirina mirovan. Dixwazin li du taxên di bin kontrola me de jî vê yekê pêk bînin. Zextên leşkerî û siyasî yekser bandor li jiyana rojane dike. Çi dibe bila bibe herdu tax teslîm nabin. Ji bo çareseriyê hevdîtinên me didomin.”
Şêxo, da xuyakirin ku hikûmeta demkî li şûna wekhevî, demokrasî û azadiyê, koçberî, wêranî û zilmê pêş dixe û got, HTŞ dewletek li ser bingeha Sunnî li ser gel ferz dike.
ÇETE JI EFRÎNÊ ANÎN
Hevseroka Meclîsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman, da zanîn ku çete li nexweşxane, mizgeft û dibistanan hatine bicihkirin. Li ser pirsa “Çima hikûmeta demkî pirsgirêkê çareser nake?” Hêvîn Silêman wiha bersiv da: “Dema ku em vê yekê bi wan re parve dikin, em bersiva ‘komên bêkontrol’ ji wan digirin. Çeteyên Emşat û Hemzat ji Efrînê anîn û li dora Helebê hatin bicihkirin. Me vê pirsgirêkê ji destpêkê ve bi Şamê re parve kir, lê tu bersiv nehatin dayîn û tedbîr nehatine girtin. Ji ber vê yekê, peymana 1’ê Nîsanê nayê bicîhanîn. Dewleta Tirk dixwaze vê peymanê vala derxe û pergala damezrandî hilweşîne. Çeteyên biyanî hewl didin Şêxmeqsûd dagir bikin. Timî gefa çeteyan heye.”
Hêvîn Silêman, diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide peymanê bicîh bîne û krîzê bi diyalogê çareser bike û wiha domand, “Divê komîteyên hevbeş bi hev re bixebitin, lê ev yek ji ber destwerdana derve di pratîkê de nehatiye bicîhanîn. Hikûmeta demkî dixwaze saziyên me di nav avahiya xwe de hilweşîne. Lê belê, em pêşniyar dikin ku hemû gel bi nasnameyên xwe li ser maseyê rûnin. Jiyana li van taxan divê ji bo hemû Sûriyeyê bibe mînak. Em tedbîran digirin, lê em diyalogê ranawestînin. Em dixwazin Sûriyeyek ku hemû reng û nasname tê de cih bigirin hebe, ne Sûriyeyek navendî. Lê Şam û hikûmeta demkî berovajî vê yekê rêveberiyek navendî ferz dikin.”
BÊHTIRÎ 40 HEZAR MALBAT NIKARIN SOTEMENÎ BI DEST BIXIN
Hêvîn Silêman, da xuyakirin ku êrîş rasterast bandor li ser jiyana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike û got, “Xebatên xizmetên civakî û jiyanî ji ber pêdiviyan astengî dijîn. Destûr nayê dayîn ku sotemenî bê taxan. Li pêşiya me zivistan heye, zarok, nexweş û extiyar hene. Ger ev astengî berdewam bike, di zivistanê de wê krîza elektrîk û xwegermkirinê rû bide.”
Li gorî agahiyên ku Endamê Komîteya Sotemeniyê Mihemed Îbiş daye ANHA’yê, HTŞ rêya Heleb-Reqayê ya li nêzî Dêr Hafir girtiye û çûn û hatina sotemeniyê ji ber vê rawestiye. Îbiş, her wiha got, ji ber ambargoyê zêdetirî 40 hezar malbat bê sotemenî mane.