Hem şer bi rê ve dibir, hem jî di nava gel de derdê kesî hebûya, nexweşî, pirsgirêkek hebûya bi alîkariya mirovan ve diçû.
Dema ku Şêxmeqsûd tê gotin ya ku yekser tê bîra mirovan berxwedan û Şehîd Bakur e.
Bakur Cîlo (Brûsk Cemal Sebir) sala 1984’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bavê Bakur Cîlo li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şehîd bû. Kekê wî jî li Zagrosan weke gerîla şehîd bû.
Bakur Cîlo di temenekî ciwan de tevlî nava refên PKK’ê bû, li çar parçeyên Kurdistanê şer kir. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re berê xwe da Rojava, destpêkê di nava refên YPG’ê de li Kobanê şer kir. Di sala 2013’an de hat taxa Şêxmeqsûdê ku di bin êrîşa çeteyên dewleta Tirk de bû. Li vê derê fermandarî ji hêzên Cephet El Ekrad re kir ku ji Ereb, Kurd û Tirkmenan pêk dihat. Di demeke kurt de bi jiyan û şerê xwe li nava şêniyên taxê bû motîvasyona berxwedanê. Çeteyên dewleta Tirk di 4’ê Nîsana 2016’an de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dest bi êrîşê kirin. Di encama vê êrîşê de Bakur Cîlo 7’ê Nîsanê şehîd bû. Şêniyên Şêxmeqsûdê ji ANF’ê re qala Bakur Cîlo kirin.
FERMANDARÊ ME HEMÛYAN BÛ
Fatma Mûstafa anî ziman ku xelkê Şêxmeqsûdê tevî şervanên xwe mil bi mil li ber xwe da, yê ku pêşengiyê ji vê berxwedanê re kir jî Bakur Cîlo bû û got, “Min hevalê Bakur yekemcar sala 2013’an li ber Mizgefta Marûf dît û ew nas kir. Wê demê fermandarê hêza Cebhet El Ekrad bû. Me pê re gelek sohbet kir. Carna qala şêweyê tevlîbûna xwe li şoreşê dikir, carna jî qala malbata xwe dikir. Anîbû ziman ku dema bavê wî şehîd ket dayika wî nikarîbû biça ser gora wî, ji ber ku metirsî hebû ku wê jî bikujin. Gotin têra vegotinên hevalê Bakur nedikir. Carna ji me re dibêjin, ‘Hûn hevalan gelekî mezin dikin’, ne welê ye. Ew bi ked, berxwedan û karê xwe mezin dibin û dibin xwedî wate. Hevalê Bakur jî bi ked û aliyê xwe yê mirovî hebûna xwe mezin kir.
GELEKÎ QÎMET DIDA DAYIKAN
Gelekî hurmet dida me. Dayikan hemûyan gelekî jê hez dikirin. Ew bûbû kurê taxa me. Ez jî dayikek im. Wê demê bi hevalan re bi dizî diçûm eniyê, ji ber ku hevalan ji tirsa ku tiştek bi serê min bê, nedihiştin biçim eniyê. Li taxa me timî şer diqewimî, lê belê sala 2016’an 27 çete bûn yek û êrîşeke mezin kirin. Wê demê min hevalê Bakur li eniyê dîtibû. Beriya şehadeta wî bû, di newrozê de bû. Komek ji hevalan ku hevalê Bakur jî di nava wan de bû li kolanê rûniştibû. Ji min re got, ‘Dayê tu li vir çi dike’. Min jî ji wan re got, ‘Hatim we rexne bikim. Hûn ewqasî heval li vir li hev kom bûne, hawanek were wê çi bibe. Kî wê hesab bide’. Bakur ji hevalên din re got ‘Ji hev belav bibin, dayik mafdar e. Li fermanê guhdarî bikin’. Qîmeteke bi vî rengî dida hemû dayikan.”
EM LI DORA BAKUR BÛBÛN YEK
Fatma Mûstafa anî ziman ku şêniyên taxa Şêxmeqsûdê li dora berxwedana hêza Cephet El Ekrad bûbû yek û got, “Hêza Cephet El Ekrad ji gelên cuda pêk dihat. Ereb, Tirkmen, Kurd, yên ji aliyê Babê hatin li nava refên Cephet El Ekrad bi pêşengiya hevalê Bakur şer dikirin. Piştgiriyeke xurt a madî û manewî dida, moral dida. Hevalê Bakur gelekî dihate hezkirin, ji ber ku li Şêxmeqsûdê ji bo her kesî hewl dida. Her tim li refên herî pêş ê şer bû, li pêşiya şervanan bû. Canê xwe ji bo me feda kir. Hevalê Bakur yekî cuda bû. Hem şer bi rê ve dibir, hem jî derdê kesekî hebûya, nexweşiyek, pirsgirêkek hebûya ji wan re dibû alîkar. Dema ku qala Şêxmeqsûdê tê kirin berxwedan û hevalê Bakur tê bîra mirovan. Di salên destpêkê yên şer de hat taxa me û qet jê qut nebû. Îro navê kolana me Şehîd Bakur e. Ji dema şehîd ket û pê ve malbat navê Bakur li zarokên xwe dikin. Ez şehîd Bakur û hemû şehîdên me careke din bi hurmet û hezkirin bi bîr tînim.”
DI HER KÊLIYÊ DE Û LI HER DERÊ BI ŞERVANÊN XWE RE BÛ
Yûsûf Efrîn ê ku di sala 2011’an de ji Şêxmeqsûdê tevlî nava Şoreşa Rojava bû qala şer û fermandariya Bakur kir: “Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyeyê destpê kir, li Helebê şerekî hovane rû da. Bi dehan şete li ser Şexmeqsûdê bûn yek û bi rengekî hovane êrîş kirin. Yên ku kirin ku taxa me li ser piyan bimîne û têk neçe gelê me û şehîdên me bûn. Bi ruhê wan em li ser piyan man û me dewam kir. Lê belê di vî şerî de fermandarekî me hebû ku bi me re bû: Hevalê Bakur. Dilsoziya wî ya bi gel û têkoşînê re gelekî cuda bû. Xwedî ruh û hezkirina Apoyî bû. Gelekî hez ji hevalên xwe û gelê xwe dikir. Mîna dayik û bavê xwe li me dinihêrî. Dema ku yek didît hinekî bi fikar e yekser pê re eleqedar dibû. Timî dikeniya, bi moral bû. Di nava rewşa herî giran a neyînî de jî sekneke bi moral nîşan dida. Ji bo carekê jî moralê şervanên xwe kêm nedikir. Di her kêliyên berxwedanê de bi me re bû. Me gelek caran jê re got, ‘Hevalê Bakur ne mecbûr e ku tu di nava êrîşê de hebe. Tu fermanê bide me, ji me re bibêje em ê çi bikin ew bes e’. Hem tişta em ê bikin digot, hem jî bi me re dikir. Heta nefesa xwe ya dawî bi vî rengî kir. Me digot, ‘Hevalê Bakur çete dibêjin wê li vê derê ezana sibehê bixwînin’. Bi ken got, ‘Hevalê Nûrî heta ku em şehîd bikevin wê nikaribin bên. Piştî ku em şehîd ketin bila li ser cenazeyên me bimeşin’. Ev gotina wî hêzeke mezin dida mirovan. Fikir û felsefeya wî Rêber Apo bû.”
BI QASÎ BERXWEDANÊ, FERMANDARÊ WÊ JÎ BI HEYBET BÛ
Sozdar Waqas a ku di pêvajoya şer de li Şêxmeqsûdê rojnamevanî kir qala Berxwedana Şêxmeqsûdê û Bakur Cîlo kir, “Piştî ku çeteyan di sala 2013’an de êrîş kirin, tevî malbata xwe me koçî Efrînê kir. Di sala 2014’an de ez li Şêxmeqsûdê vegeriyam. Yekemcar li wê derê min dest bi karên çapemeniyê kir. Du hevalên din jî hebûn û em nehatibûn perwerdekirin. Me dixwest êrîşên çeteyan, hovîtiya wan û li hemberî vê yekê jî berxwedana li taxê bikişînin û ji cîhanê re ragihînin. Yanî me hewl dida ku çîrokên berxwedanê vebêjin. Di hefteya destpêkê de ya karê min ê çapemeniyê êrîşan destpê kirin. Li vê derê destpêkê bi komên biçûk gel bîranîna şehîdan pêk dianî, me jî dikişand. Me çîrokên hevalên şehîd ketin berhev dikirin. Di navbera salên 2014-2016’an de komên biçûk dibûn yek û êrîşên mezin dikirin, lê belê êrîşa herî giran û berfireh di Sibata 2016’an de pêk hat. Şer bi rengekî bênavber heta meha Hezîranê dewam kir. Wê demê gel û hêzên leşkerî bûn yek. Beşeke mezin a gel çû eniyê. Dayikên extiyar ji bo eniyê xwarin çêdikirin. Hinekan jî alîkarî bi birîndaran re dikirin. Di vê pêvajoya şer de me gelek şervan û fermandar nas kir. Me hêz û moral ji wan werdigirt. Yek ji van fermandaran jî hevalê Bakur bû. Min berê ew li malbatekê dîtibû, lê belê di nava şer de hîn baştir nas kir.
GELEKÎ DILSOZÊ ŞEHÎDAN Û RÊBERTÎ BÛ
Di meha Nîsanê de em çûn eniya Eşrefiyê. Ji xwe taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd li gel hev in û bi hev re li ber xwe dan. Şehîd Sosin li wê eniyê dinihêrî. Li wê derê Nexweşxaneya Eşrefiyê hebû. Hevalê Bakur û hevalê Ebû Nûr hatin ku di heman berxwedanê de şehîd bû. Herdu heval fermandarên hêza Cebhet El Ekrad bûn. Di 4’ê Nîsanê de hevalan ji bo pîrozkirina rojbûna Rêbertî dar çandin. Bang li şervanên YPG’ê kirin, dahol û zirne anîn. Di nava wî şerî de ji me re moral çêkir û me govend gerand. Şitlê daran anîbûn. Bi navê her hevalekî di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûn dar hate çandin. Hevalê Bakur jî bi navê hevalên li gel wî şehîd bûn dar çand. Gelekî dilsozê hevalên şehîd û Rêbertî bû.”
EM Ê TI CARÎ JI BÎR NEKIN
Sozdar Waqas bi dewamî got, “Di 7’ê Nîsanê de li Şêxmeqsûdê dengê teqîneke mezin hat. Me fêhm kir ku careke din êrîşeke mezin destpê kiriye. Min nêzî nexweşxaneyê nûçe amade dikir. Bi carekê dengê wesayitan, qelebalixî û dengê qîrînan hat. Ambûlansên me tine bûn. Bi wesayita lojîstîkê birîndar dianîn nexweşxaneyê. Min dît ku sê wesayit hatin ber nexweşxaneyê. Birîndar û şehîd anîbûn. Me hîn baş fêhm nekiribû bê çi bûye. Dema ku gihîşt nexweşxaneyê min hevalê Bakur di nava birîndaran de dît. Birbîna wî gelekî giran bû. Li nexweşxaneyê ne teknîkeke têrker ne jî derman hebû. Xwestin bibin aliyê Helebê lê belê di rê de şehîd bû. Di 7’ê Nîsanê de hevalê Bakur û hevalê Ebû Nûr şehîd bûn. Şervanên bi wan re şehîd bûn. Berxwedaneke mezin kiribûn. Piştî şehîdan şervanan û şêniyên taxê soz dan wan û heta dawiyê li ber xwe dan. Em ê şehîd Bakur û şehîdên xwe yên din ti carî ji bîr nekin.”