Polîsên Silêmaniyê ragihandin ku wan cenazeyê jinekê ditiye ku 4 şopên guleyan li ser laşê wê hene. Hate zanîn ku jin çûye serdanekê û piştî dengê çekan cenazeyê wê hatiye dîtin; êrişkar jî ji cihê bûyerê reviyaye. Derbarê êrişkarê ku nasnameya wî nehatiye eşkerekirin de biryara girtinê hate derxistin.
Cenazeyê jinê rakirin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Silêmaniyê.

