Beriya 10 salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de wek îro, çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê komkujiyek hovane pêk anîn û bi hezaran kes qetilkirin û revandin. Ev roj wek Fermana 74’an a li ser Êzidiyan kete dîrokê.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ferman da rêveberî û fermangehên hikûmetê ku daxwaz ji niştecihên Iraqê bikin, îro ji bo rêzgirtina li jenosîda Êzidiyan deqeyekê hatinçûn û karên xwe rawestînin.
Li ser vê yekê parêzgeha Silêmaniyê jî di nav de li gelek parêzgehan bi boneya rêzgirtina li şehîd û qurbaniyên jenosîda Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Welatî û şofêrên Silêmaniyê deqeyekê bêdeng rawestiyan.