Li Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojhilat a li Silêmaniyê, ji bo piştevaniya ji gelê Rojavayê Kurdistanê re rêze çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Xwendekaran bi bilindkirin ala Kurdistanê, cilûbergên Kurdî, gotina sirûda netewî û stranan piştevaniya xwe ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Her wiha xwendekaran bi honandina keziyan, beşdarî çalakiya kezî ya li seranserê cîhanê belavbûyî bûn.
Rêvebera Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojhilat Mamosta Roza Şêx Reûf ji Rojnews’ê re axivî û got: “Berdewamiya piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê, bi taybet komkirina alîkariyan girînge. Ji ber vê yekê ez bang li her kesî dikim ku piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê bidomînin. Tevî ku em nikarin li gel xwişk û birayên xwe çek hilgirin, lê em dikarin li Başûrê Kurdistanê bi lidarxistina çalakî û xwepêşandanan piştgiriya xwe nîşan bidin.”

