Li seranserê Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Divê çarçoveyê de li kampa nû ya zanîngeha Silêmaniyê xwendevan û mamostayan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de serokê zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed axivî û got, “Em dijî êrişên çekdarên Colanî yên ser Kurdên li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe didin nîşandan. Em banga rawestandina êrişan dikin.”
Kosar got ku ew bi hemû awayî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û bang li aliyên siyasî jî kirin ku ji bo bidestxistina mafên Kurdan, bibin yek û got, “Niha gelê me hemû bi hevre piştgiriya Rojava dikin, lewma divê aliyên siyasî jî vê yekîtiyê bibînin.”
JI LÎSEYA RAZAW JÎ PIŞTGIRÎ
Li Silêmaniyê mamoste û xwendekarên Lîseya Keçan a Razaw jî piştgirî dan serferberiya li Rojava û çalakiyek lidar xistin.
Midûrê Giştî yê Midûriyeta Perwerdeyê ya Silêmanî Nejad Ebdula di çalakiyê de axivî û got, ji her çar parçeyên Kurdistanî piştgirî ji bo berxwedana li Rojava heye.
Ji mamosteyan Aryan jî diyar kir ku êrîşên li ser Rojava bandorê li siberoja bi milyonan kesan dike û ragihand ku weke mamoste û xwendekar ew piştgirî didin Rojava.

