Li taxa Qalaw a Silêmaniyeyê, droneyek serê sibehê li herêmeke sivîlan ket. Piştî teqînê dengekî bilind hate bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber ketina droneyê zarokek birîndar bû û xisareke madî ya giran li 6 malan bû.
Ji doh bi şev û vir ve gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrişan. Ji ber ku êriş li qadên sivîl têne kirin, gel ketiye nava fikaran.

