În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Parêzer Çîmen: Dosya Gulistan Dokû bi hêza cemaweriyê hate nixumandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Evîndar Ararat: Dewlet bi gotina ‘teror’ê nikare eniya hundirîn xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zimanê dayikê, nasname û bîra civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand
Jin

Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

Gerîlayên YJA Starê Gelawêj Teyrê Baz û Delîla Çinar cangoriyên Komkujiya Parîsê şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anîn û gotin, "Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand. Mîrateya wê ya berxwedanê wê ji bo me bibe pîvana jiyanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Jinên Kurd û jinên ji gelek welatên cîhanê her sal bi hêrseke mezin hesabê komkujiya Parîsê dipirsin û nerazîbûna xwe tînin ziman. Li çiyayên Kurdistanê jî gerîlayên YJA Starê xwedî li nirxên jin a azad derdikevin. Gerîlayên YJA Starê Gelawêj Teyrê Baz û Delîla Çinar bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê têkildarî ji pêşengên tevgera azadiyê şehîd Sara axivîn.

Gelawêj Teyrê Baz anî ziman ku ew ji sekna şehîd Sara bi bandor bû û ji bo bersivê bide komkujiya Parîsê beşdarî nava tevgera azadiyê bû û got, “Şehadeta hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bandoreke mezin li me kiribû. Careke din şexsê wan de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe bi hurmet li ber bîranîna wan ditewînin. Min navê hevala Sara ji ber berxwedana wê ya li zindana Amedê bihîstibû. Di nava gel de têkoşîn û berxwedana wê timî dihate vegotin. Şehadeta hevala Sara di medyayê de gelekî cih girtibû, gelekî bandor li min kiribû û hêrsa min a tolhildanê mezin kir. Li ser vê bingehê di sala 2013’an de min biryar da ku tevlî bibim û beşdarî nava refên tevgera azadiyê ya Kurdistanê bûm.”

‘EZ Ê HER TIM LI SER XETA BERXWEDANÊ YA HEVALA SARA BIMEŞIM’

Gerîla Gelawêj Teyrê Baz got, “Mirov dema ku hevala Sara nas dikin, dibînin bê di nava rêxistinê de kedeke çawa da, bi taybetî jî ji bo azadiya jinan, ji bo tevlî nava tevgerê bibe kete nava hewldaneke çawa” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Ji ber vê jî sekna hevala Sara ji bo me xet e. Bi berxwedana xwe ya li zindanê bingeha mayina li ser piyan a vê tevgerê ava kir. Sekna wê ya îdeolojîk hêviyeke mezin da me hemûyan; em jî xwe li ser vê bingehê bi rêxistin dikin. Hevala Sara ji her alî ve hevrêyeke me ya mînak e, carna dibêjim, xwezî şensê min hebûya ku pê re bimam. Wêneyek an jî dîmenekî bi tenê yê wê têrê dike ku hesta azadiyê bi mirovan re peyda bibe. Ji ber vê jî ez ê her tim li ser xeta berxwedanê ya hevala Sara bimeşim.

Bi taybetî divê jin xwedî li nirxên şehîdên me derkevin. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re gaveke girîng û dîrokî avêt. Ji bo ev pêvajo bi rengekî rast û xurt bê meşandin û em karibin xwedî li xeta berxwedanê ya şehîdên xwe derkevin em ê têbikoşin. Tênê bi vî rengî dikarin bibin hevrêyên rasteqîn ên Rêberê xwe. Rêber Apo rola jinan bi şênberî destnîşan kir. Di hevdîtinan hemûyan û nirxandinên xwe de rola ku dide jinan bi şênberî tê dîtin. Pêkhatina azadiya jinê yek ji armancên me yên bingehîn e.

Lewma divê em ji her kesî bêhtir vê têkoşînê bimeşînin. Divê em ji her kesî bêhtir xwedî li Rêbertî derkevin, êşa gelê me ji her kesî bêhtir hîs bikin û her êrişa li hemberî jinan veguherînin hêrsa tolhildanê. Hevala Sara nirxê manewî yê jinan hemûyan e. Keseke bi tenê bû lê belê cihê xwe di dilê her kesî de girt. Hevala Sara ruhekî mezin afirand, her kes xwe li ser vê bingehê bi rêxistin dike. Em ê jî xwe li ser vê xetê bi rêxistin bikin, xwedî li hevrêyên xwe yên şehîd derkevin û xeta wan biparêzin.”

‘HEVALA SARA BI SEKNA XWE YA KU SERÎ NATEWÎNE TÊ NASKIRIN’

Gerîlaya YJA Starê Delîla Çinar di şexsê şehîdên Parîsê bi bîranîna şehîdên Kurdistanê hemûyan dest bi axaftina xwe kir, anî ziman ku ew hêza xwe ji fermandarên weke Sara werdigirin û got, “Dema ku tevlî nava refên tevgera azadiyê bûm, gotina ‘Jiyana min timî şer bû’ timî dihate bilêvkirin. Bi rastî jî vê gotinê bala min kişandibû. Dema ku hîn bûm ku ev gotin navê pirtûka hevala Sara ye, min xwest pirtûkê bixwînim. Dema min pirtûk xwend, min baştir fêhm kir bê sekna hevala Sara ya li dijî mejiyê desthilatdariyê çiqasî xurt e. Li hemberî mejiyê zayendîperest û paşverû yê ku jinê dike kole, her tim di nava lêgerîn û têkoşînê de bû. Hevrê Sara bi sekna xwe ya serî natewîne û kesayetiya xwe ya şoreger dihate naskirin.

Sekna wê ya li zindanê bandor li her kesî kir. Li gel êşkenceyên giran jî serê xwe netewand, her tim li ber xwe da. Bi berxwedana xwe weke çiyayekî bû; ji bo xwegihandina azadiyê gelekî berdêlên mezin da. Hevala Sara salên dûr û dirêj li qada Rêbertî ma û Rêber Apo jî qîmeteke mezin da hevrê Sara. Wezîfeya me jî ew e ku weke hevala Sara bijî û li ser xeta wê israr bike. Tenê bi vî rengî em dikarin hêjayî têkoşîna wê bin. Hezkirina hevala Sara ya ji xweza û jiyana partiyê gelekî xurt bû. Her sibeh diçû sporê û ev yek bi eşqeke mezin dikir; ji ber vê jî li ser xwe bû. Em ê jî sekna şehîd Sara ji xwe re bikin esas û heta dawiyê têkoşîna wê dewam bikin. Bi taybetî em dixwazin di vê pêvajoyê de sekneke xurt nîşan bidin. Em ê bi banga Rêber Apo re vê pêvajoyê rast fêhm bikin û bi rengekî rast tevlî pêvajoyê bibin. Mîrateya berxwedanê ya hevala Sara wê bibe pîvana me ya jiyanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Şahîn: Gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûna demokratîk e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamût Geylanî ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser wargeha Mexmûrê liv û tevgera balafirên bêmirov

Ji doh bi şev ve li ser wargeha penaberan a Mexmûrê balafirên bêmirov digerin.

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Reîsî hate dîtin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?