Gelê Başûrê Kurdistanê weke parçeyên din ên Kurdistanê û gelek bajarên Ewropayê bi rojan e ji bo Rojava çalakiyan lidar dixe.
Di serî de Silêmaniye, li gelek bajaran meşên piştgiriyê têne lidarxistin û mînakeke dîrokî ya xwedîderketinê tê nîşandan.
Weke gelek sazî û rêxistinan, Rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyeyê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan da.
Mamoste û xwendekarên ku tevlî çalakiyê bûn, ala fermî ya Herêma Kurdistanê hildan.
Li gel xwendina Sirûda Netewî ‘Ey Reqib’ dirûşmeyên ‘Rojava û Rojhilat, Kurdistan yek welat’, ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku wê çalakiyên xwe yên cûrbecûr veguherînin çekek manewî ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê û gotin: “Vê yekîtiyê hemû dijminan tirsandiye ku ger em bi vî rengî berdewam bikin, emê bigihîjin armancên xwe.”
Hêjayî gotinê ye ku li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Herêma Kurdistanê, li seranserê dibistanên Herêma Kurdistanê waneya yekem ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kuridstanê û doza gelê Kurd hate veqetandin û hişyariya neteweyî ji bo xwendekaran hate ravekirin.

