Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê bi armanca protestokirina tundiya mêr û qetilkirina jinan meşek lidar xistin.
Jinan, wêneyên jinên hatine qetilkirin û pankarta bi nivîsa “Jinên hatine qetilkirin sedema serhildana me ne” hilgirtin û ji avahiya Platforma Şaxên KESK’ê heta Qada Cumhuriyetê meşiyan û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Sebahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê û çalakvanên TJA’yê jî beşdarî meşê bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê Esma Erener, diyar kir ku di meha Tîrmehê de 31 jin hatine qetilkirin û 30 jin jî di nava şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Esma Erener, dewlet, sîstema edaletê û medya berpirsiyar girt û bang li jinan kir ku xwe birêxistin bikin.
Parlementera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî, diyar kir ku ji ber dewlet erka xwe bi cih nayîne jin tên qetilkirin û li dijî qetilkirina jinan soza berfirehkirina berxwedanê da. Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
RIHA
Di heman rojê de, li Rihayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê, bi pankarta “Rêxistinbûn xweparastina me ye” xwepêşandanek hate lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê yê Rihayê Ayşe Surucu, anî ziman ku her roj du jin tên qetilkirin, qanûn jinan naparêze û got ku ew ê li her derê li dijî vê têbikoşin.