Li gorî nûçeya ANHA’yê ya xwe spartî çavkaniyek fermî ya di Saziya Avê ya Siwêdayê de, hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro topeke hewanê avêtin devera Bîra 20’an a li ser rêya Hec a rojavayê bajar. Di encamê de karmendekî saziyê birîndar bû.
Hat diyarkirin ku top ji aliyê gundewarê rojavayê Siwêdayê ve hat avêtin ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê lê bi cih bûne û got, karmendê saziyê Ehmed Ebû Salih nobedar bû di topbaranê de birîndar bû.

