Duh li navçeyên cuda yên Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin û nêzî 20 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Welatiyên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya di 30’yê Cotmehê de hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li navçeya Fatîhê tên ragirtin.
Dema binçavmayinê ya Rêveberên DEM Partiyê û solîsta Koma Hevrayê Zeynep Dogan jî di nav de, ji bo rojekê hate dirêjkirin.
Di heman demê de sedema binçavkirinê nayê zanîn.