Li Stenbolê ji aliyê Komaleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bagcilarê ve, ji bo Xerzan Zerdeşt (Yahya Karabaş) ê ku di 29’ê Îlona 2019’an de li Qendîlê şehîd bibû, sersaxî û bîranîn hate lidarxistin.
Rêveberên DEM Partî ya navçe û bajêr, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), Komaleya Şopandina Koçberiyê (Goçîzder) û gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir û sersaxiyên ji bo şehîd Xerzan Zerdeşt hatin qebûlkirin. Bîranîn tevahiya rojê dewam kir.

