Li gorî daxuyaniya rêxistina civaka sivîl a bi navê Emergency Lawyers a ku binpêkirinên mafên mirovan belge dike, di êrîşê de zarok û jin jî di nav de 48 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku êrîş roja yekşemê pêk hat. Hat ragihandin ku HPL’ê malên li gund dane ber agir û malên sivîlan talan kirine.
Li gorî agahiya ku Emergency Lawyers gihandî AFP’ê, ne tenê li Um Garfa, li gundên derdor jî gelek sivîl mirine.
Li aliyê Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku ji ber şerê li herêmê zêde bûye, zêdeyî 3.000 kes neçar man ku gundên xwe biterikînin. Beşekî girîng ê van sivîlan, xwe spartin derdora bajarê Bara ya di bin kontrola HPL’ê de.
Artêşa Sûdanê di hefteyên dawî ji bo car din yek ji navendên stratejîk a Bakurê Kordofan, Barayê bi dest bixe gelek operasyon dan destpêkirin.