Komîteya Awarte ya kampê, ragihand ku roja Înê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) yên paramîlîter ve mizgeftek hatiye hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên xwecihî, sivîlên di hundirê mizgeftê de di bin kavilan de asê mane û gelek cenaze hatine dîtin. Li gorî agahiyên ewil herî kêm 75 kes jiyana xwe ji dest dane.
Êrîş di dema hewldanên HDK’ê yên ji bo bidest xistina El-Feşîr paytexta Darfûrê de pêk hat. El-Feşîr bajarê herî dawî yê mezin ê herêmê ye ku di bin kontrola Artêşa Sûdanê (SAF) de ye. Şerê di navbera SAF û HDK’ê de ji Nîsana 2023’yan vir ve didome û bûye sedema mirina bi hezaran û koçberbûna bi mîlyonan kes.
Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di şeş mehên ewil ên 2025’an de li Sûdanê herî kêm 3 hezar û 384 sivîl hatine qetilkirin û tundiya etnîkî li Darfûrê zêde dibe.
Rayedarê Komîseriyê Li Fung li Cenevreyê axivî û bal kişand ser zêdebûna komkujiyên sivîlan û got, “Her roj em ji qadê raporên xeternak digirin.”
					
							
			
                                
                             
