Lêkolîna bernameya Mise au Point a weşangerê giştî yê Swîsreyê (RTS) derxist holê ku dema hewl tê dayîn bighêjin mexdûrên li Filîpînê, kêmasiya hevkariya navneteweyî lêpirsînan zehmet dike.
PEDOFÎLEKÎ SWÎSREYÎ 10 SAL CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ STAND
Di sala 2021an de li kantona Vaudê, polîsan di telefona kesekî ku li Bremblensê dijî de bi sedan peyam tespît kirin. Lêpirsînê nîşan da ku wî kesî pere ji hin malbatên li Filîpînê re şandiye û êrîşên zayendî yên li ser zarokan bi serhêl û zindî temaşe kiriye. Dadgehê di sala 2024’an de ji ber sûcên zayendî yên li ser zarokan, 10 sal cezayê girtîgehê da wî kesî.
ÊRÎŞEK ZAYENDÎ TENÊ 25 FRANK
Li gorî pisporan, pedofîlên li Ewropayê bi rêya sepanên wekî WhatsApp an Facebookê bi malbatan re têkiliyê datînin. Îstîsmar bi ser platformên weşana zindî re tê kirin. Tê diyarkirin ku li Filîpînê ev cure îstîsmar carna bi berdêleke pir kêm, wek 25 frankên Swîsreyê, têne organîzekirin. Rayedarên polîsan dibêjin ku di hin bûyeran de îstîskar rasterast ji aliyê endamên malbatê ve tê kirin.
LI SWÎSREYÊ BÛYER ZÊDE DIBIN
Li gorî daneyên Polîsê Federal ê Swîsreyê (Fedpol), hejmara dozên îstîsmara zarokan a bi rêya înternetê li welat zêde dibe. Hejmara dozên ku di sala 2019an de 11 bûn, di sala 2022an de derket 20an; di sala 2020an de bi 39 dozan gihîşt asta herî bilind.

