Li Wanê ji bo gerîlayên PKK’ê Fîlîz Turgut (Kurdistan), Ferman Turgut (Demhat Mamxurî) û Fatîh Turgut (Mazlum Xebat) ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, mewlûd hate dayîn.
Malbatên Fîlîz Turgut, Ferman Turgut û Fatîh Turgut li Wanê mewlûd dan. Endamên Platforma Saziyên Demokratîk û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê tevlî bernameya mewlûdê bûn. Girseya ku beriya dayîna mewlûdê kom bû, heta mala taziyê meş li dar xist û di meşê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî dayîna mewlûdê, serdan bi dawî bû.
AGIRÎ
Ji bo Omer Seferoglû jî li Bazîdê taziye hate danîn. Taziye, bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan û bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê bi girseyî hate ziyaretkirin. Destûr nehat dayin malbat taziyê li navenda navçeyê dane û li ser vê yekê malbatê taziye li mala xwe danî.
Girse, heta cihê şînê bi dirûşma “Şehîd namirin” meşiya. Dayika Seferoglû, Yildiz Seferoglû got: “Em naxwazin êdî dayik bigirîn. Bila ciwan êdî nemirin. Nehiştin em şîna xwe li mala şînê danîn. Niha pêvajoyek heye û em jî xwedî lê derdikevin lê nahêlin em şîna xwe jî danin. Du kurên min şehîd bûn. Tevî vê jî piştgiriyê didim pêvajoya Rêbertiyê ji bo hemû dinyayê daye destpêkirin. Ev pêvajo ji bo wê ye ku êdî tu dayik negirîn.”

