Li navçeya Elbak a Wanê di 22’yê Nîsanê de 3 birayên bi navên Fatîh Deger, Îsmaîl Deger, Diyar Deger ên ku bi hinceta li gorî rêzikên trafîkê tevnegeriyane hatibûn binçavkirin.
27 polîsên ku di binçavan de êşkence kiribû li Fermandariya Cendirme ya Navçeyê îfade dan. 13 polîsan bi sûcê “Birîndarkirina bi zanebûn, erka xwe xirab kar aniye, gef û heqaret” û jê 14 polîsan jî ji ber sedema ji rewşê agahdar bûne îfade dan.
3 birayên ku polîsan li wan êşkence kiribû, polîsên li wan êşkence kiribûn hatin tesbîtkirin û îfade dan. Lêpirsîna têkildarî bûyerê berdewam dike.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, mijar anî rojeva Meclîsê. Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, bi daxwaza bersivdana Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî pêşniyar pirs pêşkêş kir.
Ev pirs ji Wezîrê Karên Hundir hate kirin:
* Di 22’yê Nîsanê de li navçeya Elbak a Wanê polîsan li 3 welatiyan êşkence kir, têkildarî bûyerê çi agahî li ber destê Wezareta we hene?
* Kesên li Elbakê li 3 welatiyan êşkence kiribûn hatine tesbîtkirin? Têkildarî bûyera êşkenceyê lêpirsînek edlî an îdarî hatiye destpêkirin?
* Têkildarî polîsên li Elbakê êşkence li welatiyan kiriye heta niha çi hatine kirin? Ji bo astengkirina sepana xirab çi gavên şênber hatine avêtin? Heta niha çi tevbîr hatine girtin?

