Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 7’an de didome. Girseya ku li pêşiya avahiya şaredariyê ku tevahiya rojê di dorpêçê de bû, ji vir heta avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) meşiya.
Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferit Şenyaşar, rêxistinên navçe û bajarî yên DEM Parti û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Rihayê û gelek kesên din beşdarî meşê bûn. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Dê qeyûm biçin, em ê bimînin”, “Qeyûm vegere mala xwe, şaredarî ne karê te ye”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Xelfetiyê” hatin berzkirin. Welatên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan girseyê.
Girseyê, meşa xwe li pêşiya avahiya navçeyê ya DEM Partiyê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî kir.