Hewşa Nexweşxaneya Al Ahlî Arabî ya li Xezeyê bû hedefa êrîşa droneyan.
WAFA’yê diyar kir ku rojnamevanên hatin kuştin Îsmaîl Badah, Suleyman Haccac û Samîr El Rîfaî ne.
Ajansa nûçeyan diyar kir ku rojnamevanekî din Îmad Dalûl jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ji destpêka şerê li Xezeyê û vir ve zêdeyî 200 rojnamevanên Fîlîstînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.