Milîsen Azadiya Kurdistanê (MAK) li Amedê firoşkarekî tiryakê ceza kir. Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayîn: ‘’Di 5’ê Îlonê de milîsên me li Cadeya Ekîncîler a Taxa Ofîs a Amedê piştî ku demekê firoşkarê bi navê F. Esetekîn şopandin, ew tespît kirin û binçav kirin. Di lêpirsînê de kesê bi navê F. Esetekîn anî ziman ku ew bi piştevanî û polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk û hêzên wê dest bi karê firotina tiryakê kiriye. F. Esetekîn ji ber xizmetkirina şerê taybet û dewleta Tirk û jehrîkirina ciwanan di serî de gelê Amedê ji hemû gelê Kurd lêborîna xwe xwest û anî ziman ku êdî ew karekî bi vî rengî nake. Kesê bi navê F. Esetekîn piştre ji aliyê milîsên me ve hate birîndarkirin û cezakirin. Madeyên hişbir ên krîstal ên li ser şexsî hatî girtin jî ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin û îmhakirin.’’
Her wiha di daxuyaniya MAK’ê de ev yek jî hatin gotin: ‘’Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên xwe yên şerê taybet bi hemû bêexlaqiya xwe li ser ciwanên Kurd ferz dike. Ji bo ku ciwanên Kurdistanê ji civakîbûn û têkoşîna wan a azadiyê û cewhera wan dûr bixe, di serî de tiryak û fûhûş serî li hemû polîtîkayên qirêj dide. Hêzên dewleta Tirk ên şerê taybet bi taybetî jî malbatên welatparêz hedef digirin û destpêkê ciwanan dixin tora xwe û piştre jî bi gef û zextan jiyaneke bêexlaq li wan ferz dikin.’’
‘EM BANGA BIRÊXISTINBÛN Û HESABPIRSÎNÊ DIKIN’
Di daxuyaniyê de ev yek jî hatin gotin:
‘’Di gel ku Rêber Apo û tevgera azadiyê ji bo azadiya me têkoşîneke ev qasî pîroz didin meşandin, nabe ku ciwanên Kurd ên leheng jiyaneke wiha ya bêexlaq û dejenere layiqî xwe bibînin. Di vê serdemê de ku em di nava şerê hebûn û nebûnê de, divê ciwanên welatparêz ên Kurdistanê berê xwe bidin refên têkoşîn û jiyaneke birêxistinkirî.
Bi vê çalakiyê em hişyariyê didin kesên ku vê jiyana bêexlaq li ciwanên me û gelê me ferz dikin; Ev polîtîkayên we yên ku gelê me jehrî dike, wê bibe dawiya we û dagirkeran.
Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li hemberî rejîma şerê taybet werin di nava refên milîsên me de xwe birêxistin bikin û ji dagirkeran hesab bipirsin.’’