Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) daxuyaniyeke nivîskî weşand û çalakiya çekdarî ya ku 26’ê Mijdarê di saet derdora 20.30’an de li navçeya Rezan a Amedê li dijî kesê bi navê Yuksel Bayrak hatî lidarxistin, girt ser xwe. Hate zanîn ku nasnavê Yuksel Bayrak, Seyda ye.
Mak’ê diyar kir ku Yuksel Bayrak, bi çekên ferdî hedef girtine û destnîşan kir ku ev kes di bin nasnameya cerdevantiya ewlehiyê de digeriya, îstixbaratekî ku bi MÎT’ê re dixebitî û li herêmê hatibû erkdarkirin.
Hat ragihandin ku di bûyerê de 7 gule li Bayrak ketine û li nexweşxaneya ku lê hatî rakirin, mejiyê wî mir.
MAK’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî Bayrak ev agahî dan: “Ev kontra serkêşê wan kesane yên ku li dijî têkoşîna azadiyê ya rewa û li dijî gerîlayên azadiyê, her cûre êrîşên qirêj pêk anîne. Bi salan di serî de li Liceyê, li Amed û qadên bejahî yên li herêmê fealiyet meşandiye, êşkence û êrîş li dijî gelê me pêk anîne. Kontra Yuksel Bayrak demekê serokatiya herêma Başûrêrojhilatê Komeleya Tevgera Yekîtiya Hêzên Netewperest (VKGHD) kir û tevlî gelek sûcan bûye. Hatiye tespîtkirin ku kontrayê bi nasnav Seyda bi dehan gerîlayên azadiyê şehîd kirine û êşkence li gerîlayên dîlgirtî kirine, ji bo girtina gelek welatparêzên me û ketina xefika şerê taybet pêşengî kiriye. Ev kontra di heman demê de li herêmê di bazara tiryakê de jî cih girtiye, torên şerê taybet û çetetiyê bi rêve birine, ji bo gelek mirovan tevlî fealiyetên xwe bike li dijî gelê me polîtîkayên sîxurkirinê ferz kirine. Kontra Yuksel Bayrak ê ku demek dirêj ji aliyê milîsên me ve hate şopandin, ji bo tolhildana gerîlayên şehîd hatiye cezakirin.”
MAK’ê di daxuyaniya xwe de ev hişyarî jî da, “Yên ku di nava kiryarên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker de cih digirin bila bizanibin ku em ê teqez tola her gerîlayekî azadiyê yê şehîd hilînin û ji xayînan hesab bipirsin.”