Mehmet Ocalan birayê Rêber Apo û wasiyê wî Mazlûm Dînç, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Bi heman rengî Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.
Hevdîtina Rêber Apo ya bi malbata wî re ya herî dawiyê di 3’yê Adara 2020’an de û hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawî jî di 25’ê Adara 2021’an de pêk hatibûn. Rêber Apo piştî çar salan di 24’ê Cotmeha 2024’an de li gel biraziyê xwe Omer Ocalan hevdîtina rûbirû pêk anî. Di vê hevdîtinê Rêber Apo aniye ziman ku tecrîd hê jî berdewam dike.