Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de di encama bombardûmana balafirên şer ên artêşa Tirk de 19 jê zarok 34 kes hatin qetilkirin ku 13 sal di ser komkujiyê re derbas bûne. Rayedarên hikumetê yên wê demê û saziyên medyayê bi gotina ‘Operasyoneke qezayê’ hewl dan komkujiyê binixumînin û tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûne kujer hîn nehatiye diyarkirin.
Malbatên Roboskî ku li ser gora xizmên xwe qurbanî bi bîr anîn, ji ANF’ê re axivîn.
EDALET NEHAT ROBOSKÎ
Fatma Enuc: 13 sal in 34 mirovên me hatin qetilkirin. Di nava dema derbasbûyî de edalet nehat vê derê. Min hevserê xwe ji dest da, zarokên min sêwî man. Ne lêpirsîneke hate destpêkirin, ne jî kujer hatin darizandin. Dewletê ji bo eşkerekirina kujerên komkujiyê gavek neavêt.
YEKANE DAXWAZA ME EŞKEREKIRINA KUJERAN E
Îbrahîm Encu: 13 sal beriya niha îro 34 mirovên me berê xwe dan Iraqê. Mirovên me ji bo debara xwe bikin çûn ser sînor, leşker jî bi vê zanî bûn. Nîvê şevê bi balafiran mirovên me qetil kirin. Yekane daxwaza me ew e ku kujerên vê komkujiyê bêne eşkerekirin. Ji bilî edaletê 13 sal in em tiştekî nabêjin. Lê belê tevî ku ewqasî dem di ser re derbas bûn edalet hîn nehatiye Eoboskî.
EM TENÊ EDALETÊ DIXWAZIN
Mîran Encu: Nîvê şevê bi balafiran zarokên me parçe parçe kirin. Tevî ku ewqas sal di ser re derbas bûn, hîn jî kujerên zarokên me nehatine eşkerekirin. Tiştek ji destê me nayê. Weke malbatên wan em tenê edaletê dixwazin. Lêgerîna me ya li edaletê wê dewam bike. Em ê yên ku zarokên me qetil kirine eşkere bikin.
DIVÊ HESAB JI KUJERAN BÊ PIRSÎN
Abdurrahman Encu: Di ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn. Em tenê digirîn. Êş û rondikên çavan ji me re hiştin. Yên ku zarokên me qetil kirin, dernexistin pêşiya me. Em edaletê dixwazin. Vê dewletê edalet ji me re neanî. Yên ku zarokên min qetil kirin, ez wan hewaleyî Xwedê dikim. Yên ku ev zilm û komkujî kirin divê hesab bidin me. Sozên ku dan me, bi cih neanîn.