Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Malbatên Şehîdan: Gerîla hêz û hebûna gelê Kurd e
Rojava

Malbatên Şehîdan: Gerîla hêz û hebûna gelê Kurd e

Malbatên Şehîdan ên Efrînê ji ANF'ê re diyar kirin ku berxwedan û qehremantiya ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide, hêz û morala gelê Kurd bilind dike. Her wiha dan xuyakirin ku wê her tim piştevaniyê bidin gerîla ji ber ku gerîla hebûna gelê Kurd e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hesen Birko (Bavê Şehîd Şîlan) li ser berxwedan û qehrematiya ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide û destekdayîna wan a ji gerîla re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: ”Ev keç û xortên me yên ku li çiyayên azad li ber xwe didin, ne aşiqê xwîn û şerî bûn, ew aşiqê azadiyê ne û ji bo ku azadî û wekheviya xwe bi dest bixin îro li ber xwe didin. Ji ber wê jî  em çi qas qehremantiya wan bînin ziman jî kêm e û dîsa em nikarin mafê wan qehremantiyê bidin. Gerîla zarokên me ne, yên ku parastina rûmeta me dikin ew in. Li çiyayên azad, gerîlayên azadiyê ne tenê li ber xwe didin û şer dikin, di heman demê de di demsala herî zehmet de di wê zivistana sar de li ber xwe didin. Gerîlayên azadiyê tevî hemû şert û mercan jî operasyonên xwe yên li dijî dijmin pêk tînin û derbeyên giran li dijmin dixin.”

 

Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo gerîlayên azadiyê çi bikin jî wê li hember keda wan kêm bimîne û wiha pêde çû:”Hemû berxwedan, qehremantî û îradeya di şexsê gerîla de tê nîşandan, pir biqîmet e. Gerîla hebûn û rûmeta gelê Kurd e û dijminekî weke dijminê gelê Kurd ku duyemîn endamê NATO’yê ye, li hemberî tekoşîna gerîla têk çûye. Em jî weke malbatên şehîdan heya dawiyê li kêleka gerîlayên azadiyê ne û tu carî wan tenê nahêlin. Çimkî dema ku  em gerîlayên xwe berdin em ê îxanetê li şehîdên xwe û zarokên xwe bikin.’’

Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Qehreman jî li ser berxwedana gerîla ya li Qadên Parastinê yên Medyayê  axivî û wiha got: ”Li çiyayên azad tevî wê zor û zehmetiyê gerîlayên azadiyê li hemberî her cûre teknîkên giran li ber xwe didin û tu carî teslîmiyetê qebûl nakin û gav şûnde ne avêtine. Em jî hêz û morala xwe ji wan digirin. Tevî ew qas zor û zehmetiyan gerîlayan bi tekoşîna xwe li seranserê cîhanê deng vedan. Çi ji me tê xwestin em amade ne ku bikin, ji ber ku em û gerîla hev temam dikin.’’

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerdeya Saziya Malbatên Şehîdan Arêf Sîdo helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: ”Berxwedana ku gerîla li çiyayên azad nîşan dide, berxwedaneke dîrokî û efsane ye û mînaka wê li seranserê cîhanê tune ye. Ji ber ku gerîla xwe weke hêzeke mirovî û berpirsiyarê nirx û exlaqa civakê dibîne. Ji ber vê yekê jî gerîla bê dudilî û baş dizane wê çawa li hemberî dijmin şer bike û derbeyên giran li dijmin bixe û serkeftinê ji gelê xwe re qezenc bike û gelê xwe ji hemû êrîşên dagirkeriyê re biparêze.’’

Arêf di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew gerîlayan ji xwe re weke hebûnê dibînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:”Em gerîla ji xwe re weke ruh, cewher, rumet û hebûna xwe dibînin. Bi saya gerîla îro li seranserê Kurdistanê dîrokek qehremaniyê tê nivîsandin, ew in ku hêz û moralê didin gelê Kurd. Ji ber wê jî em hebûna xwe di hebûna gerîlayan de dibînin. Ew hêz û rûmeta me ne.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em ê tola şehîdan ji kujeran û sîxuran hilînin’
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê qirkirina siyasî: 4 jin hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li São Paulo’yê Cejna Berxwedana Netewî hate pîrozkirin

Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê bi beşdariya gelek rêxistinên şoreşger û demokratîk, Cejna Berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şehîd Elîşêr Feraşîn taziye

Li Wanê ji bo Elîşêr Feraşîn (Sedat Işik) ê li Zapê şehîd bû, taziye hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

Koma Berxwedan bi daxuyaniyeke diyar kir ku di bin navê rexne û gazinan de êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Ebdê Mihemed li Tirbespiyê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?