Fermandarê Giştûî yê Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê şehadeta ji pêşengên siyasî yên Şoreşa Rojava û siyasetmedarê Kurd, Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim de peyamek li ser hesabê xwe yê X’ê de parve kir.
Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Me bi dilêşî û xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mulsim bihîst. Bavê Welat, bavê şehîdekî, dostekî nêzî, pêşengekî mezin, siyasetmendar û welatparêzekî Kurd ê hêja bû. Bavê Welat di 40 salên borî de rolekî mezin di têkoşîna azadiya gelê Kurd de list û gelek caran ji aliyê Baasê ve hate girtin û sûrgûnkirin. Her wiha Bavê Welat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolekî pêşeng list. Em ê şopa şehîdê doza gelê Kurd Bavê Welat bidomîn, heta hêviyên wî bi cih bînin. Serê malbatê, PYD û yê gelê Kurd sax be.”

