Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand di Sibata îsal 2026’an de li Sûriyeyê zêdetirî 211 kes hatine kuştin. SOHR’ê da zanîn ku di nava vê hejmarê de 15 jin û 29 zarok hene.
Heman çavdêriyê sedemên kuştin wiha rêz kirin; şerê navxweyî, teqandina bê ser û ber guleyan, êriş, qetilkirinên li meydanan, bermahiyên şer û mayînan, sûcên cûr bi cûr, mirinên bi guman û dîtina cenazeyan di gorên komî de.

