Zanyar pê hesiyan ku mêşên hingiv ji bo parastina kewara xwe ji gefa parazîtên kolonî xwe ji hev vedigirtin.
Çawa ku mirov di dema şewba Covid-19 de ji bo ji hev bi nexweşiyê nekevin xwe ji hev vedigirin, eşkere bû ku mêşên hingiv jî di dema gef û êrişa parazîtan de xwe ji hev vedigirin.
Li gorî lêkolînê, bi taybetî mêşên hingiv ên ciwan ku li navenda koloniyê ne û mêşên hingiv ên extiyar ên li derve, hîn bêhtir mesafeyê dixin navbera xwe.
Di dema lêkolînê de hate dîtin ku li hemberî parazîtên Varroa, beşên hundir û derve yên kewarê ji hev cuda dibin û bi vî rengî jî belavbûna parazîtê tê kêmkirin.
Tîmeke navneteweyî ya ji lêkolînerên ji UCL û Zanîngeha Sassarî ya li Îtalyayê mêşên hingiv ên hatin dagirkirin û yên koloniyên wan nîne anî beramberî hev û encamên wê jî li kovara Science Advancesê weşand.
Li gorî vê yekê, mêşên hingiv di dema dagirkeriya parazîtan de kombûna li hev (dansa lêgerîna li xwarinê) ne li navenda kewarê gelekî kêm caran kirin.
Tîma lêkolînê her wiha tespît kirin ku di dema dagirkeriya parazîtan de mêşên hingiv ên ciwan mêşên hingiv ên extiyar ji navenda kewarê ber bi derve ve dehf didin û bi vî rengî xwe ji hev vedigirin.