Gerîlayekî birîndar dabû ser pişta xwe. Di nava xwêdanê de mabû, hilkişiya bû û bi vî rengî xwe gihandibû kampê. Hevrêyên wî hemû ber bi wî ve beziyan. Her kesî hewl dida rahêje hevrêyê birîndar ê li ser pişta wî. Wî bi xwînsarî ıhevrêyê xwe neda kesî û gihand mangayê. Hevrêyên wî jî yekser manga ji bo hevalê birîndar amade kirin. Gava ku bi rengekî hêdî hevrêyê xwe danî, her dilopa xwêdana li ser pişta wî bi xwînê sor bûbû û bi vî rengî diherikî.
Li gel hevrêyê xwe yê birîndar rûnişt û li hevrêyên xwe yên li derdorê temaşe kir. Hevrêyê wî yê birîndar qet dengê xwe nedikir û lê dinihêrî. Ya şervanê birîndar birîna xwe ji bîr kiribû, ya jî hevrêyên li derdora xwe weke dermanê birîna xwe didît û dilê wî rehet bûbû. Wî jî ji nava malzemeyên tenduristiyê rahişt pembo û danî ser lingên birîndar ên hevrêyê xwe. Gerîlayekî ewqasî xwînsar, şervanekî serwextê şer. Bêyî ku biweste di her kêliyê de ji her tiştî re amade bû.
Ne carekê min ew gelek caran bi vî rengî dît. Haya xwe ji her kêliyê jiyanê hebû, her kêlî bi têr û tijî derbas kir, bi pirsên xwe, bi rengê xwe, bi sekna xwe, bi lêgerîna xwe û bi sekna xwe ya kedkariyê li ber çavê her kesî têr û tijî bû. Şewqa çavên wî, axaftina wî ya bi hêvî û nêrîna wî ya erênî her kes ber bi xwe ve dikişand. Di her karî de ewqasî hesas bû ku hevalên wî yên jin timî jê re digot, ‘Wellehî tu ji me bêhtir hesas e’ û wî jî digot ‘Mala dayika min ava’.
Ji dayikeke Tirk û bavekî Kurd ji dayik bûbû. Ji Erzîromê heta bi Rîzeyê, ji Derya Reş heta bi Serhedê, her wiha li gundê Dalsogut ê navçeya Tatosê mezin bû. Êşa ku gelê wî dikişand, dîroka sexte ya ku sîstema perwerdeyê hewl dida wî hîn bike, ew xistibû nava lêgerînekê. Ji bo karibe wateyê bide jiyanê, ji bo hîn bêhtir wateyê li jiyanê zêde bike, ji bo jiyaneke rast bijî xwestibû bibe gerîla. Bêguman haya wî ji zor û zehmetiyên têkoşîna gerîla ya li çiyê zanîbû.
Li gel vê yekê ji nêz ve şahidî ji polîtîkaya asîmîlasyonê ya li ser jin, ciwan û gelê Kurd jî kiribû. Jiyana heyî qebûl nekir, çand û gelê xwe parast û biryar da ku li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê têbikoşe. Ya ku ev biryar da îradeya wî bû, sekna wî ya îradeyî hişmendiyek jî afirandibû. Li çiyê li gelek deveran şervan Bawer têkoşiya. Ev cewhera gerîla, sekna wêrekî, lêgerîner, fedakar û kedkar her tim parast. Û tevlî nava artêşa fedaiyan bû.
Artêşa Tirk li hemberî gerîla operasyon dikir ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê tenê gerîla weke astengî li pêşiya xwe didît. Gerîla Bawer Serhed xwe ji bo qadên herî zehmet pêşniyar dikir, ku dagirkeriyê dixwaze hukmê xwe lê bi cih bike. Tevlî gelek çalakiyan bû, di şer de gelek caran xwe û hevrêyên xwe parast. Tecrûbeya ku di şer de bi dest xist di her kêliyê de bi hevrêyên xwe re parve kir û di nava jiyanê de hişmendiyeke leşkerî ava dikir. Li her cihê ku ew lê bû rêbazeke kar a kolektîf hebû. Her wezîfeya biçûk jî bi rûkenî bi cih dianî. Bi kesayetiya xwe ya bêtirs û lêpirsîner a li nava jiyanê û bi karakterê xwe yê veşartî bal dikişand. Di têkiliya wî ya bi hevrêyên jin re hezkirin û hurmet hebû. Bi hestên ji dil baweriya xwe bi mîsyona pêşengiya jinê ya Rêber Apo anî bû. Û ev fikir jî timî dixist pratîkê.
Dema ku banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bihîst, li cihê ku lê bû got, ‘Bi ser ket. Rêber Apo û gelê me, têkoşîna me bi ser ket’. Bi vî rengî baweriya xwe ya bi pêvajoya bi pêşengiya Rêber Apo nîşan da. Baweriya xwe ya bi xwişk-biratiya gelan û birêxistinkirina jiyana demokratîk anî ziman û dilsoziya bi Rêber Apo re şênber kir. Lê belê diyar bû ku dewleta Tirk gelekî hêdî dimeşe. Di nava artêşa Tirk de hin navendên ku xwe ji şer xwedî dikin, êrîşên li ser tunelên berxwedanê, êrîşên hewayî heta bi bikaranîna çekên kîmyewî dewam dikirin. Bombardûmana li ser qadên gerîla ya bi obus û tankan hîn jî dewam dikir.
Û gerîla Bawer Serhed di 30’ê Gulanê de li Qada Berxwedanê ya Sergelê dema bi erka xwe radibû di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Li nava doza azadiyê, kesayetiya xwe ji nû ve ava kir û dîrok nivîsand. Ji ber ku wî bawer dikir ku her kes dîroka xwe bi xwe dinivîsîne.