Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di 2’ê Çileyê de êriş bir ser Venezuelayê û Serokdewlet Maduro û hevjîna wî revand. Serokê DYE’yê Trump di civîna çapemeniyê ya têkildarî êrişê de gef li lîderên Kolombiya, Kuba û Meksîkayê xwar. Li dijî êrişên DYE’yê li Latîn Emerîkayê gelek xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di 4’ê Çileyê de li Parîsê bi garantoriya DYE’yê hikumeta Sûriyeyê ya veguhêz a HTŞ’ê bi Îsraîlê re li hev kir. Rojek piştî peymanê hêzên rejîma Sûriyeyê êriş birin ser du taxên Kurdan ên li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Bûyerên dawî yên li herdu herêman, ku ji aliyê cografî ve ji hev dûr in, bandora van bûyeran li gelan ji aliyê Metîn Yegîn ve ji ajansa me re hate nirxandin.
Nivîskar Metîn Yegîn anî ziman ku revandina Maduro û hevjîna wî weke encamekê tê nîşandan, lê belê hikumeta Bolîvarî ne tenê Maduro ye û got, “Pênaseyeke Tarik Alî heye: Dema ku DYE dest li cihekî werdide û kaosê li pey xwe dihêle, bandoreke rasteqîn a wê destwerdanê nîne.
Eger mirov niha bala xwe didin ser Venezuelayê, gelo jihevketin an jî parçebûneke siyasî li nava hikumetê tê dîtin? Na. Dadgeha Destûra Bingehîn û mekanîzmayên destûra bingehîn dewam dikin. Li gorî destûra bingehîn eger tiştek bê serê serok, alîkara-ê wî wezîfeyê dewr werdigire û ev jî bû. Di nava artêşê de parçebûnek bû? Na. Dibe ku hin hevkariyên şexsî hebin, ev yek li her welatekî dibe; lê belê ji aliyê saziyî ve qutbûnek nîne.
Li kolanan, muxalefet xurt bûn? Berevajî. Her wiha hin derdorên li dijî Maduro jî li ber destwerdana derve rabûn û li kolanê bi hikumetê re tevgeriya. Ji ber ku gel destwerdanên ji derve qebûl nakin. Kes naxwaze bombe li wan bê barandin. Ji ber vê jî ev pêngava Trump ji bo niha ji aliyê Venezuelayê ve hatiye têkbirin. Bêguman em nizanin bê wê sibe çi bibe; lê belê rewşa heyî bi vî rengî ye.”
‘XWEPÊŞANDANEKE TUNDIYÊ’
Li ser bandora vê destwerdanê li asta cîhanê jî Metîn Yegîn got, “Bi dîtina min Trump ev pêngav bi esasî ji bo raya giştî ya cîhanê kir. Ev yek bi gotina Pasolini ‘pornografiya faşîzmê’, yanî xwepêşandaneke tundiyê ye. Xwest vê peyamê bide, ‘Ez dikarim her tiştî bikim’.
Piştre jî bi rengekî eşkere gef li Kuba, Meksîka û Kolombiyayê xwar. Qîma xwe bi vê jî neanî, Gronland ji Danîmarkayê xwest. Nîşan da ku ev yek ne tenê zimanekî gefxwarinê yê li ser hin welatên ‘dijber’ e, di heman demê de bêexlaqiyeke heta bi Ewropayê ye.
Di asta hikumetê de me nerazîbûneke cidî nedît. Hikumetên Ewropayê demeke dirêj e bêdeng û pasîf in. Lê belê di asta raya giştî ya cîhanê de vê yekê bandoreke mezin kir. Gotina ‘Eger pêwîst bi em ê dest werdin’ hate belavkirin. Halbûkî dîrok vê yekê nîşanî me dide: DYE di destpêka salên 1900’î de piştî dagirkeriya li Latîn Emerîkayê her carê neçar ma ku xwe vekişîne.”
‘YA KU BI ESASÎ PÊWÎSTÎ PÊ HEYE DÎPLOMASIYA GEL E’
Li ser têkiliya bûyerên li Latîn Emerîkayê û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn nivîskar Metîn Yegîn ev nirxandin kir: “Li gorî hin şîrovegeran, DYE li Latîn Emerîkayê vegeriya û Doktrîna Monroe jinûve zindî kir. Lê belê DYE’yê ti carî xwe ji Rojhilata Navîn venekişand. Yên ku dixwazin bibin efendiyên hegemonîk ên cîhanê, ti carî aliyekî cîhanê vala nahêlin. Neçar in ku li her alî vê yekê bikin. Tişta ku mirov jê re hegemonya dibêje, rê nade ku aliyekî cîhanê vala bê hiştin. Tu neçar e li her alî be; lê belê ev yek di heman demê de rê li ber wê yekê vedike ku ji her cihî dikare derbê bixwe. Ev yek rewşeke paradoksî ye.
DYE li Rojhilata Navîn hîn jî aktorekî sereke ye. Daxuyaniyên ’em dikarin dest lê werdin’ ên têkildarî rojavayê Firatê, dikare hevsengiyan berevajî bike. Ji ber ku ev der navenda jeopolîtîk a cîhanê ye. Lê belê di vir de têrê nake ku mirov tenê xwe bispêre dîplomasiya navbera dewletan.
Hikumet li gorî berjewendiyên xwe dikarin di nava rojekê de pozîsyonê biguherînin. Dîrok bi mînakên vê yekê dagirtî ne. Ji ber vê jî ya ku bi esasî pêwîstî pê heye dîplomasiya gel e. Divê gel hevdu fêhm bikin û bûyerên diqewimin ji gelan re bêne vegotin. Ev yek ji aliyê jeopolîtîk ve gelekî girîng e. Dawiya dawî pêwîstiya her tiştî bi dîplomasiya gel heye.
Yanî gel mecbûr in ku hevdu fêhm bikin û ev rewşa diqewime ji gelên cîhanê re bê vegotin. Ev yek divê tenê bi rêya hikumetan neyê meşandin. Ji ber ku dewlet û hikumet dema mijar dibe berjewendiyên wan di nava rojekê de dikarin biguherin. Dîrokê ev yek nîşan da; îro jî heman tişt tê dîtin.
Ji xwe nepêkan e ku bawerî bi dewletekê bê. Lewma li her cihî em neçar in ku rewşê ji gelên cîhanê re vebêjin. Tenê bi vî rengî zexteke cuda, yanî dîplomasiyeke gel dikare bê meşandin. Ev yek ew amûr e ku herî zêde em dikarin jê bawer bikin. Naxwe wê ji jorê plan bê kirin û em ê jî tenê lê temaşe bikin.”

