Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Metirsî heye ku dengê hunermenda girtî Nûdem Dûrak bikeve!
Kurdistan

Metirsî heye ku dengê hunermenda girtî Nûdem Dûrak bikeve!

Rewşa tenduristiyê ya Nûdem Dûrak nebaş dibe, ku ji ber stranên xwe yên Kurdî hate girtin. Dayika Nûdem Hatîce Dûrak anî ziman ku metirsî heye ku dengê Nûdem bikeve û xwest, Nûdem û girtiyên nexweş bêne berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Stranbêja Kurd Nûdem Dûrak ku sala 2015’an li Şirnexê piştî binçavkirinê hate girtin, ji ber stranên xwe yên bi Kurdî di 2 dozên cuda de bi giştî 19 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Piştî girtinê bi dorê li girtîgehên li Amed û Mêrdînê hate ragirtin û herî dawî sewqî Girtîgeha Girtî ya Jinan a bi Tîpa M a Baybûrtê hate kirin. Rewşa tenduristiyê ya Nûdem Dûrak nebaş dibe ku beriya demekê ji Girtîgeha Baybûrtê ber bi Girtîgeha Erzînganê ve hate veguhestin. Nûdem ku bi nexweşiya Graves (Gûatir a bi jehr) û helandina hestî ket, ji bo bê berdan hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat gelek hunermendan kampanya lidar xistin.

Dayika Nûdem Dûrak Hatîce Dûrak qala pirsgirêkên tenduristiyê yên keça xwe û zor û zehmetiyên malbata xwe kir. Hatîce Dûrak anî ziman ku keça wê ji ber dengê xwe hate girtin, lê niha metirsî heye ku dengê wê bi temamî bikeve.

Hatîce Dûrak li ser rewşa dawî ya Nûdem got, “Dema li Baybûrtê bû mehê carekê dibirin Erzîromê nexweşxaneyê. Niha em nizanin bê dibin an na. Herî dawî gava ku çû nexweşxaneyê ji bo emeliyatê israr kirin. Lê belê eger emeliyat bibe wê zerar bigihêje dengê wê. Dema ku doktor qala emeliyatê kir, Nûdem got, ‘Ez ji ber dengê xwe hatim girtin. Dengê min bikeve wê tiştek nemîne’. Nikare emeliyat bibe, lê bi derman tê tedawîkirin. Ev rewş jî zêde bandorê nake.”

‘GELEKÎ KÊM KIRIYE’

Hatîce Dûrak diyar kir ku di dema dermankirinê de keça wê gelekî zehmetî dît, dema ew bir nexweşxaneyê destên wê kelepçe kirin û vê yekê hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve bandoreke giran lê kir.

Hatîce Dûrak got, “Rewşa wê roj bi roj nebaş dibe. Gelekî kêm kiriye. Hestiyên wê jî dihele, nikare bi têrkerî xwarinê bixwe. Porên wê spî bûne. Ya ku li girtîgehê bi serê wê de tê têrê nake, li nexweşxaneyê jî zor û zehmetiyê dibîne.”

‘HEM EM HEM JÎ NÛDEM ÊŞKENCEYÊ DIBÎNE’

Hatîce Dûrak anî ziman ku ji ber girtîgeh dûrî wan e weke malbat ew gelekî zor û zehmetiyan dikişînin û qezayeke cidî ya trafîkê derbas kirin.

Hatîce Dûrak diyar kir ku hem li wan hem jî li Nûdem êşkence tê kirin û got, “Ji ber ku girtîgehk dûr e, di çûyîna hevdîtinê de em gelekî zehmetiyê dikişînin. Di hevdîtina dawî de weke malbat dema ku em çûn hevdîtinê, me qezayeke cidî ya trafîkê derbas kir. Di rê de em êşkenceyê dikişînin. Dema ku digihêjin girtîgehê jî hevdîtin jî bi hêsanî pêk nayê. Li wir jî gelekî tehdeyê li me dikin.”

‘DIVÊ DAYIKÊN TIRK JÎ DAXWAZA AŞTIYÊ BIKIN’

Hatîce Dûrak anî ziman ku ne tenê keça wê divê girtiyên nexweş hemû bêne berdan û got, “Nûdem ne li girtîgehê lê li derve divê bê dermankirin. Em bi rengekî erênî nêzî pêvajoya aştiyê dibin, piştgiriyê didin lê belê ji bilî me divê dayikên Tirk jî piştgiriyê bidin. Em naxwazin canê kesî bişewite. Ew dibêjin ‘şehîdên me hene’, yên me jî hene. Gorên wan hene, lê yên me gor jî nîne. Li gel vê êşê jî em dibêjin aştî. Lê belê ji dewletê, ji gel em bersivekê wernagirin. Şer bi kesî nade qezençkirin. Yekane tişta bide qezençkirin aştî ye. Rijandina vê xwînê tenê bi aştiyê dikare bê rawestandin.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) û gelek saziyên parêzvanên mafên mirovan dibêjin, divê Nûdem Dûrak tavilê bê berdan.

PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYÎ DEWAM DIKE

Rewşa Nûdem Dûrak ne tenê li Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê jî ji nêz ve tê şopandin. Beriya niha Roger Waters, Angela Davis û Noam Chomsky jî di nav de gelek kesayetan peyamên piştevaniya bi Nûdem re weşandibûn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 5’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Ji Komîteya Gel û Baweriyan peyama ji bo Cejna Qurbanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em ê mîrateya Apê Mûsa û hevalên wî di her qadê de bidomînin

Di 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad de, Hevserokê Giştî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 9’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?