Milîsên Newal Mêrdîn ên HBDH’ê got: “Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê dewam dikin, em li metropolan hesab pirsîna ji faşîzmê didomînin.”
Milîsan ragihand ku wan roja 23’yê Tîrmehê li Taxa Tahtakale ya Avcilar a Stenbolê depoya ku kel û pelên înşaetê lê ne û qada ku kel û pelên hesin lê ne, dan ber agir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li Başûr, li ser xeta fedayî şer kirin û şehîd bûn hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de depo bi temamî îmha bû û şewata ku derketî jî, zirar daye kargehên li derdor.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hate gotin ku faşîzm tehemûlê govendên Kurdî jî nake.
Milîsan bang li ciwanan kir ku ji bo hilweşandina sîstema nîjadperest-faşîst tevlî nav refên HBDH’ê bibin û hesabê ji sazî û piştevanên faşîzmê bipirsin.
Di daxuyaniyê de ev hişyarî jî hate kirin: “Weke endamên Şoreşa Yekbûyî em hişyarî didin, hemû sazî û kesên ku şerê qirêj fînanse dikin, di hedefa me de ne! Hûn ê nekarin ji edaleta gel birevin! Em ê hesabê hemû hevrêyên xwe yên bûne nemir, bipirsin!”