Di daxuyaniya Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê de hate gotin, “Sibeha 8’ê Hezîranê saet di 05:00 de li navçeya Datça ya Mûglayê yatteke tûrîzmê bi teknîkeke taybet hate şewitandin. Bi rêbaza sabotajê yat a tûrîzmê ya bi motor hate şewitandin û xisarek ji 10 milyonî lê hate kirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo fînansekirina şerê qirêj gelê me yê kedkar talan dike. îradeya gelê me tine dihesibîne. Bi dagirkeriya qeyûm hewl dide hêzên demokratîk û şoreşger bitepisîne.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her kes û saziyên ku faşîzma AKP-MHP’ê fînanse dikin hedefa xwezayî ya milîsên HBDH’ê ne. Hûn ê nikaribin ji edaleta gel birevin.”