Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Milîsên me ji bo silavkirina van çalakiyên leheng ên gerîla û pirsîna hesabê Hrant, li herêmên cuda çalakiyên sabotajê lidar xistine.”
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
“Şeva 11’ê Çileyê saet derdora 23’an li Dîlok/Şehîd Kamîl/Taxa Selahattîn Eyyûbî li hemberî kargeha faşîstekî har çalakiya sabotajê hate lidarxistin. Di encama çalakiya me de kargeh bi temamî şewitî.
13’ê Çileyê li Stenbol/Bayrampaşayê çalakiya sabotajê hate kirin. Li taxa Mûratpaşayê saet derdora 19’an du febrîqeyên li sîteya pîşesaziyê ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin.
Milîsên me li Stenbolê şeva 15’ê Çileyê hesab ji faşîstan pirsîn. Li Pendîk/Guzelyaliyê kargeheke faşîstên MHP’yî ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku milîsên wan piştî van çalakiyan bi rengekî serketî ji cihê çalakiyan çûne.