Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Mîrxan Karker li ser cewhera ol û baweriyan, têkiliya van a bi civakîbûn û desthilatdariyê re ji ANF’ê re nirxand.
Karker bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn jiyan li ser ol ava bû û ol bi giranî ji vê erdnîgariyê belav bûn û got, “Çavkaniya baweriyan Mezopotamya ye. Baweriyên weke Enkî, Înana, Mardûk û Tîamat ji Sumeran bi bandor bûn. Dema ku mirov bala xwe didin ser Tewratê di ayeta 3’emîn a beşa 12’emîn a Pirtûka Hoşea de bi vî rengî tê gotin; Pêxem Yakûp hîn beriya ji dayik bibe bi birayê xwe re dikeve pêşbirkê û ji bo zû ji dayik bibe bi kabika wî digire. Kî destpêkê bê dinyayê ew ê bibe pêxember. Yakûp pêxember kurê Îsmaîl e; ew neviyê Hz. Îbrahîm e. Li gorî baweriya Yahûdî qewmê herî pîroz ê Xwedê yê wî ye. Xwedê weke Yahova pênase dikin. Yahoda jî ji wan re dibêje ‘Ew qewmê min e’. Dibêjin, ‘Cîhanê bikin du parçe; parçeyek ê min e, parçeyek jî bila yê Yahûdiyan be’. Dema ku cîhanê dikin du parçe, parçeyê mezin ji xwe re dihêlin, yê biçûk jî ji bo Xwedê vedişêrin. Xwedê vê qebûl nake û dikevin pêşbirkê, li ber hev didin. Bi vî rengî sînorên xwe berfireh dikin. Yanî ji aliyê Yahûdiyan ve baweriyeke bi vî rengî hatiye avakirin.
DESTPÊKÊ LI HEMBERÎ PÛT’AN TÊKOŞÎN HATE MEŞANDIN
Li Kabeyê 360 pût hebûn. Her qebîleyek xwedî pûtekî bû û vê baweriyê yekîtiya qewma Ereb asteng dikir. Ji ber vê yekê têkoşîna Hz. Mûhammed destpêkê li dijî pût’an e. Têgeha ‘Xwedê’ li ser vê bingehê afirî. Di Quranê de têgeha herî zêde derba dibe ew e; 2 hezar û 699 caran. Sûreya Îhlasê esasê têgeha Xwedê ye. Beriya Hz. Mûhammed baweriya Tevhît (baweriya yek xwedayî) tine bû. Qebîle nebû bûn yek, ji ber ku her yek ji wan bi navê xwedayê xwe şer dikir. Xwedawendê wan ê herî mezin Al-Lat, Menat û Ûzza bûn. Vê yekê jî civak parçe dikir.”
HIKUMDARÊN KU XWE WEKE ‘SIYA XWEDÊ’ PÊNASE DIKIRIN
Mîrxan Karker anî ziman ku baweriya Tirkan jî bi têgeha ‘Xwedê’ hate pênasekirin, li gorî wan li ezmên Xwedê, li erdê jî hakan, sûltan, xelîfe û padîşah hene û got, “Ev nav li gorî demê diguherîn. Ji bo padîşahên li ser rûyê erdê ‘Zîllûllah’ yanî ‘Siya Allah-Xwedê’ dihate gotin. Li gorî baweriya wan, sûltan/padîşah dikarîbû ya heram bike helal, ya helal jî bike heram. Di Qanûnnameya Fatîh de tê gotin, ‘Hikumxwar eger pêwîstî pê hebe dikare birayê xwe bikuje’ û Şêxulîslam jî dibêje ev qanûn e. Halbûkî li gorî Îslamiyetê yê ku ya heram bike helal, ya helal jî bike heram ew kafir e. Ji ber ku hikumdar xwe weke ‘Siya Xwedê’ didît, ev maf di xwe de didît.
ŞER, ZORDARÎ Û FEN
Piştî vê yekê li nava xanedana Osmanî komkujiyên mezin destpê kirin. Rêbertî dema ku padîşahên Osmanî û artêşên wan dinirxîne, ji bo kujerê birayê xwe yê li nava Osmaniyan pênaseya ‘kujerê kastîk’ bi kar tîne. Rêbertî dibêje, ‘Artêşên wan hebûn, lê belê artêşên olî bûn. Mîna DAÎŞ’ê; serê mirovan jê dikir, civak qetil dikir, dikuşt, ji holê radikir û tirs berdida nava mirovan. Li Îtalyayê li hemberî vê hovîtiyê ‘Mama mia’ dihate gotin. Kurd ji bo vê ‘leşkerên Romê’ digotin.
Şerîata Elî jî li ser sûltaniyê nirxandin kir. Fîrewn, sûltan, xelîfe cudahî di nava wan de tine ye; hemû bi şer, zordarî û fenan derketin holê. Yê ku hêz di destê wî de ye fîrewn e, yanî sûltan e, dîktatorên netewe dewletê ne. Hêz di destê waan de ye. Karûn bûrjûva ye, xwediyê sermayeyê ye; kujerê kastîk xwedî dike, fînansmana aboriyê pêk tîne. Şêxulîslam jî Belam e; çi miftî be, çi jî Diyanet be, cudahî di navbera wan de nîne. Ji ber ku ew jî pere ji desthilatdariyê digire, heram dike helal, helal jî dike heram. Bi vî rengî şêweyekî jiyanê ava dikin, vê rewa dikin û bi civakê didin qebûlkirin.”
ÎSLAM A RADÎKAL Û ÎSLAM A DEMOKRATÎK
Mîrxan Karker diyar kir ku li Rojhilata Navîn Xwedê bi du şêweyî hatiye pênasekirin û got, “Yek jê bi aliyê civakî, yê din jî bi aliyê desthilatdariyê. Yên ku Xwedê li ser desthilatdariyê pênase dikin, îtaatê ferz dikin. Yê ku hîmê vê danî jî Îbn Teymiye ye. Rêxistinên weke DAÎŞ, Hîzbul-kontra, Boko Haram nûnerên vê Îslam a radîkal in; didin ser şopa şexsan, di mejiyê wan de pênaseke şaş a Xwedê heye û bi vê ferasetê jiyaneke şaş li ser civakê ferz dikin. Di navbera Xwedê û civakê, Xwedê û mirov, Xwedê û xwezayê de qutbûnek nîne. Ji ber vê yekê Kurd li civakîbûnê gelekî vekirî ne. Li Rojhilata Navîn zilm, zext, nexweşî, qirkirin dîtin, lê belê civaka ku herî zêde li Îslam a Demokratîk vekirî ye Kurd e. Ji aliyekî ve îbadeta xwe dikin, li aliyê din jî ji bo civakê dixebitin, li aliyekî jî li ser bingeha demokrasiyê rêveberiyên xwe ava dikin. Lewma dikare bê gotin; di nava civakan de yên ku herî zêde nêzî Xwedê difikirin alimên Kurd ên weke Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Baweriya Kurdan jî li ser vê bingehê ava bûye.”
Wê dewam bike…