Li bajarê Efrînê ji ber serketina tîma neteweyî ya futbolê ya Hollandayê li hemberî ya Tirkiyeyê di turnuvaya UEFA Euro de pîrozbahî hatin lidarxistin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, MÎT’a dewleta Tirk li navenda bajarê Efrînê bi ser çayxaneyên de girt ku pîrozbahî lê dihatin kirin û 4 kes revandin.
Her wiha 2 welatiyên din jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser Facebookê yên têkildar mijarê, hatin revandin.