Mîtîng bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad bikin, civaka demokratîk dihûnin”, li Bûlvara Newrozê hate lidarxistin û gelek jin beşdar bûn.
Jinên ku bi cil û bergên herêmî hatin qadê, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” govend gerandin. Di axaftinan de girîngiya têkoşîna jinê derket pêş û bal hate kişandina ser şerên li herêmê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Aktîvîstên TJA’yê 8’ê Adarê weke sembola berxwedana jinê pênase kirin û anî ziman ku jin wê têkoşîna azadiyê ya jinan mezin bikin.
Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn jî got, navçe bi berxwedana xwe li bîra her kesê ye.
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî di axaftina xwe de bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û komkujiyên jinan.
Halîde Turkoglû diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo aştiya herêmî diyarker e û bal kişand ser perspektîfa azadiya jinê ya Rêber Apo.
Mîtîng li ber stranên hunermend Dilniya, bi gerandina govendê bi dawî bû.

