Komun ji aliyê rêxistiniya civakê ve modela rêxistiniya herî biçûk e. Lê belê ev model bi esasî hîmên esasî yên rêxistiniyeke mezin e. Ji ber vê yekê komun nabe ku bibin avaniyên bi yek tîpî. Nabe ku li nava komunê fikra derdorekê serwer be. Komun avaniyeke welê ye ku her kes di nav de dikaer xwedî gotin be, di asta biryardanê de be.
Rêxistiniyeke komunê eger girêdayî cihekî be, piştî demekê wê vegere avaniyeke pêlîstok ku li şûna biryarên xwe bi xwe werbigire, biryarên avaniya navendî bi cih bîne.
Ji ber vê yekê feraseta kapîtalîzmê û reel sosyalîst sîstema komunê qebûl nakin, biçûk dibînin. Komun bi rengê komunên malan, komunên zarokan, komunên jinan, komunên ciwanan, komunên extiyaran, komunên gundan, komunên gundan sîstemeke pir alî ye. Sîstemeke rêxistinî ya li pêşketin û guherînê vekirî ye.
KOMUNÊN MALAN ÇI NE?
Komunên malan yekîneya herî biçûk û herî bingehîn a rêxistiniyê ye. Dike ku di nava malê de malbat xwe bi rêxistin bike; jiyana xwe ya rojane, aboriya xwe, paşeroja xwe li ser zemîneke rast û exlaqî ava bike.
Di vir de aliyê herî girîng ew e ku fikrê ‘Reîsê malbatê bav e’ ya ku kapîtalîzm bi israr ferz dike, ji holê radike û têgeha hevjiyana azad a Tevgera Azadiyê dixe meriyetê. Pênaseya ‘azadiya şexs’ ku Rêber Apo destnîşan dike, di nava malbatê de destpê dike.
Mirovên li nava malbatê azad nebe, timî muxtacî hinekan be, di nava jiyana civakê de jî ti carî nikare azad bibe. Ji ber vê yekê jî gava destpêkê divê di nava malbatê de bê avêtin.
Rewşa pratîkî ya pênaseya ‘hevjiyana azad’ a Rêber Apo komunên malê ye. Jiyana ku hevpar nebe jiyaneke azad nîne. Heta ku mafê wekhev ê gotinê, biryardanê û plansaziyê nebe, di nava civakê de mirov rast û azad nabe.
KOMUNÊN ZAROK, JIN Û CIWANAN
Komun ji ber ku di nava civakan de xîtabî pirsgirêkên xweser dike, rêbaza nêzîkatiyeke rast e. Her civak divê karibe pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, pirsgirêkên xwe bînin ziman, daxwazên xwe bilêv bikin.
Rêya vê jî hewldana wê yekê ye ku her civak komuna xwe ava bike. Mebest ji komuna zarokan jî nêzîkatiya li gorî vê pênaseyê ye. Zarokên ku sîstema kapîtalîst ferz dike ku mafê wan ê gotinê nîne, her cara ku cîhan û pirsgirêkên xwe anîn ziman, ew ê bibe gavek ber bi azadbûna kesayetiya wan. Ev gav jî bi komunbûnê dibe.
Di nava komunan de kes nikare biçûk bê dîtin û encama derdikeve holê jî wê hem komunê bi pêş ve bibe hem jî berê civakê bide aliyekî rast. Weke komunên zarokan komunên jin, ciwan, extiyar û komunên nexweşan jî ji vê re dikare weke mînak bêne nîşandan.
KOMUNÊN KOLAN, TAX Û NAVÇEYAN
Piştî komunên malan şêweyê herî girîng ê rêxistinî komunên kolanan e. Komunên kolanan berhama herî ewle ye ku pirsgirêkên jiyana kolanan dikare birêxistin û çareser bike.
Ji bo vê jî ya divê bê kirin ew e ku nûnerê her komuneke malê li nava komuna kolanan bê temsîlkirin. Di vir de jî mafê her kesî yê axaftinê heye.
Ji ber ku herî zêde mirovên li wê kolanê bi pirsgirêkên kolanê zane, komuna kolanê ji bo rêveberiya xwecihî û rêxistiniya xwecihî hîmekî girîng e. Li vê derê gel pirsgirêkên xwe tespît dike, plan dike û bi rêya nûnerên ku ji nava xwe hilbijartiye dişîne komuna taxê. Komuna taxê jî pirsgirêk û pêşniyarên têne kirin hevpar dike û di çarçoveya planekê de radigihîne komuna navçeyê.
Komuna navçeyê jî van pirsgirêk û pêşniyaran li gorî lezgîniya wan ji rêveberiya xwecihî re radigihîne. Ji bo her pirsgirêka ku li ser şaredariyên navçeyê dikarin bêne çareserkirin şaredariya navçeyê muxatab tê dîtin. Lê belê bi vê bi sînor namîne. Nûnerên ku ji aliyê komuna navçeyê ve hatine diyarkirin wê ji komuna bajêr re bişînin. Li vê derê komuna bajêr wê hemû pirsgirêk û pêşniyarên navçeyan, tax û kolanan komî ser hev bike, bixe rojeva şaredariya bajêr û bike ku pirsgirêk bêne çareserkirin û pêşniyar bi cih bêne anîn.
Rêxistiniya komunê ti carî bi çîneke rêveberiyê ve girêdayî namîne û li qadên xwe yên xweser hene.
Bandora herî girîng a vê rêveberiyê tevlîkirina gel û her beşê li rêveberiyê ye. Ji malan destpê dike û hemû pirsgirêk û pêşniyar ji aliyê kesên li wir ve têne diyarkirin û bi planeke hevpar têne amadekirin. Ev plan jî li pêşiya rêveberiyên xwecihî tê danîn û ji wan tê xwestin ku çareseriyê peyda bikin, pêşniyaran li ber çavan bigirin.
Ji ber ku nûnerên komunan hemû ji aliyê gel bi xwe ve têne hilbijartin, rêveberiyên xwecihî jî neçar in ku van komunan li ber çavan bigirin û li gorî biryarên komunan tevbigerin. Bi vî rengî jiyaneke nû wê bi gel re bi tevkariya her beşên civakê bê avakirin.
Rêber Apo dema ku qala girîngiya çareseriya pirsgirêkan a li cih dike, vê tespîtê dike: “Pirsgirêkên civakî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ne: Li ku derê pirsgirêk giran bû be, li wê derê rêyên çareseriyê xurt bûne. Pirsgirêkek bê çareserî nîne. Şert û merc, her wiha dem û cihê pirsgirêkan di heman demê de mercên çareseriyê jî bi xwe re tînin.”
Armanca Rêber Apo ya li ser afirandina şexsê azad û civaka azad, di vir de ye. Mirovekî azad civakeke azad diafirîne. Gava destpêkê ya vê jî komunbûn e, belavkirina sîstema demokrasiya muzakerevan a li nava her beşên civakê ye. Ji bo komunan illehî pêwîstî bi rêveberiyeke sosyalîst nîne. Di nava netewe dewletekê de jî rêxistiniyeke komun dikare bibe. Ji bo vê jî yekane tişta pêwîst ew e ku gel xwe bi rêxistin bike û jiyana xwe bi rêk û pêk bike.
Di vir de jî xala herî girîng rêveberiyên xwecihî ye. Ne tenê şaredarî, muxtarî jî qadeke rêveberiya xwecihî ye û bi nêzîkatiyeke rast dikare bibe qadek ku komunbûnê bi lez dike.
XWEPARASTIN Û KOMUN
Yek ji hîmên esasî yên komunan xweparastin e. Xweparastin ji yekîneyeke leşkerî wêdetir parastina qada komunê ye; li hemberî êrişên sîstema kapîtalîst, li hemberî êrişên mejiyê netewe dewletê sîstema parastinê ye.
Komun ji ber ku tevgerên li dijî mejiyê netewe dewletê ne û her beşên civakê tevlî dibe, timî dibe hedefa êrişan. Ji ber vê jî hêza xweparastinê ji bo komunan her tim girîng e.
Yekîneyên xweparastinê ne ji derve lê ji nava komunê bi xwe divê bê hilbijartin; di nava rêxistiniya xwe de divê hebe. Xweparastin, parastina hebûna komunê; bi taybetî li hemberî dejenerekirinê ku amûra şerê taybet dixwaze pêk bîne, ji bo pûçkirina hewldanên bi vî rengî girîng e. Yanî yekîneyên xweparastinê divê tenê weke yekîneyeke çekdarî neyê dîtin.
WEKE PRATÎKA XWEPARASTINÊ YDG-H
Piştî ERNK’ê pratîkên komunê bi rengê Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê û Meclîsên Gel xwe bi rêxistin kirin. Sîstema xweparastinê ya komunan demekê bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Welatparêz (YDG-H) xwe bi rêxistin kir.
Rêxistiniya YDG-H’ê ji rêxistiniyên ciwanan ên beriya niha cudatir ne tenê avaniyek welê bû ku li bajaran tenê tevlî şer dibû yan jî çalakiyên çekdarî dikir; li taxan li hemberî êrişên sîstemê yên li ser gelê Kurd û gelan, li hemberî pratîkên şerê taybet veguherîbû hêza parastinê. Ne tenê ciwanên Kurd, hemû ciwanên ku îdeolojiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dipejirand xwe di nav de bi rêxistin kiribûn, li taxên lê hebû weke hêza xweparastinê xwe bi rêxistin kiribû.
YDG-H bi karên xwe yên li hemberî pirsgirêkên li taxan, bi têkoşîna xwe ya li hemberî êrişên li ser taxan ên şerê taybet (narkotîk-fûhûş-çetebûyî û hwd.) dihate naskirin. YDG-H ji sala 2013’an heta 2016’an li Kurdistanê û Tirkiyeyê li taxan hebû û ji aliyê civakê ve dihate pejirandin.
Ji ber ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de pêwîstî bi rêxistiniyeke cuda hebû, pêvajoya YDG-H hate fesixkirin. Lê belê weke baskekî xweparastinê yê rêxistiniya komunê nîşan dida ku rêxistiniya xweparastinê ya komunan divê çawa be.
Rêber Apo girîngiya komunê û hêza rêxistiniya komunê bi van gotinan dianî ziman:
“Ez bûma, min ê li gundê xwe, li Çiyayê Cûdî, li quntara Çiyayê Cîlo, li derdora Gola Wanê, li çiyayên Agirî, Mûnzûr û Çewlîkê, li qiraxa Firat, Dîcle û Zapê, li deştên Riha, Mûş û Îdirê, li her devera ku rêya min pê ket, weke ku ji Keştiya Nûhê peya bûye; weke reva Îbrahîm ji Nemrûdan, Mûsa ji Fîrewnan, Îsa ji Împaratoriya Romayê, Mûhammed ji nezantiyê ez ê ji modernîteya kapîtalîst bireviyam, min ê xwe bispartibûya dostaniya heywanan (vejeteryanê destpêkê) û dilxwaziya çandiniyê ya Zerduşt. Min ê sûd ji van kesayetên dîrokî û rastiya civakê werbigirta û kar bikira.
Karê min wê gelekî zêde bûya. Min dikarîbû yekser ji komuniya gund destpê bikira. Li gundên nêzî îdealê avakirina komunan wê çi karekî bi coş, azad û bi tenduristiyê bûya. Avakirin û xebitandina konsey, komuna bajar an jî taxekê wê çiqasî afirîner û azad bûya. Li bajêr avakirina komuna akademî, kooperatîf û febrîqeyekê ma wê çi bi xwe re neanîbûya.
Avakirina meclîs û kongreyên demokrasiyê yên giştî ıyên gel, bilêvkirina gotinan li van saziyan, meşandina kar wê çiqasî cihê rûmetê bûya. Weke ku tê dîtin li pêşiya hesret û hêviyan sînor nîne, ji bo pêkanîna wan jî ji bilî şexs astengiyeke cidî li pêşiya mirov nîne. Tenê mirov hinekî xwedî namûsa civakî be, eşq û aqil bi mirovan re hebe!”

