Yek ji berxwederên dîrokî a Bendava Tişrînê roleke sereke lîstiye jî Fermandarê QSD’ê Mordem Kobanê ye. Ji roja destpêka berxwedaniyê heya niha li çeperên şer a Bendava Tişrînê cih digire. Fermandarê QSD’ê Mordem Kobanê ji bo şikandina êrîşên hov ên çeteyên dagirker û pêşveçûyina dagirkeriya dewleta Tirk, di dîroka 7’ê Kanûna 2024’an de xwe gihand Bendava Tişrînê.
Mordem Kobanê yek ji fermandarên çeperên pêş yên berxwedana Tişrîn û gundewarên wê ye. Heman awayî hêjayî bîrxistinê ye ku Mordem Kobanê, bi ezmûn, serwextbûna di taktîkên leşkerî de û şêwaza fermandariyê tê nasîn. Ji lew re di nav şervanan û koordîneya berxwedaniya Tişrînê de her behsa wî tê kirin. Piştî têkbirina êrîşên dijwar yên çeteyan, şervanên QSD-YPJ’ê li dijî qad û gundewarên ku çeteyên dagirker lê bi cîh bibûn, dest bi pêngaveke mezin a rizgarkirina wan qad û gundewaran kirin. Piştî vê pêngav û şerê bi koordîneyî ya şervanan ku wan gundewaran ji dest çeteyan rizgar dikin, Mordem Kobanê wek fermandarê eniyê tê erkdarkirin.
ŞERVANAN QAD JI ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN HOV PARASTIN
Di eniyên pêş de bi koordîneya Mordem Kobanê, berxwedaniyeke mezin tê meşandin. Ev demeke dirêj e, di çeperên li gundewarên başûrrojhilatê Minbicê de berxwedaniya bêhempa tê meşandin. Ji gundê Qişlî heyanî girê Syriatel hemû êrîşên çeteyan yek bi yek hatin têkbirin. Di şopandina me de ez dibînim ku di vir de bi rastî roleke girîng ya fermandarê QSD’ê Mordem Kobanê mijara gotinê ye. Her careke ku êrîşeke çeteyan lidar bikeve, yekser Mordem Kobanê dikeve nav tevgerê û hêzê koordîne dike. Di koordînekirinê de bi xwînsarî û baldarî tevdigere. Her wiha şêwazê dest girtina dijmin de û şêwazê lêdanê de mirov fêhm dike ku çiqas pijiyaye û xwedî ezmûnekê ye. Bi şêwaza koordîneyê ve ev dehan rojan e, êrîşên çeteyan têk diçin. Heman awayî şervanan qad li hember êrîşên hov yên çeteyên dagirker parastiye.
JI NIHA ŞÛNDE WÊ SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXIN
Di dîroka 10’ê Çileya 2025’an de çeteyên dagerkeriya Tirk, êrîşeke li dijî çeperên şervanên QSD-YPJ’ê li dar dixin. Şervanên berxwedêr, êrîşên çeteyan têk dibin. Piştî wê ev yek di tunelên şer ên berxwedanê de coş û kelecana şervanan zêdetirîn bilind dibe. Ji lew re fermandarê êniyê Mordem Kobanê, li ser bêtêlê bi van gotinan xitabê şervanan kir: ‘’Ev berxwedanî çarenûsa tevahiya gelê me guherand. Ji lew re ji niha û şûnde wê berxwedan serketineke mezin bi dest bixe. Berxwedan jiyane…’’ Di nav dijwariya şer de dengên ‘’Berxwedan Jiyane, Jin Jiyan Azadî!”
HER KU BERXWEDANÎ MEZIN DIBE ÊRÎŞ TÊK DIÇIN
Di nav vê berxwedaniya watedar û bêhempa de li Bendava Tişrînê, di navbera şervanên leheng û gelê welatparêz a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re girêdaneke kûr a bîrdozî, manewî heye. Tişta ku ez bûm şahid ew e her ku berxwedanî mezin dibe, êrîşên nû jî têk diçin. Her ku êrîşeke wan têk diçe, dilsozî û baweriya gel û piştgirîdayîna şervanên leheng jî zêde dibin. Wexta ku pêşketinên bi vî awayî derdikevin holê bêguman, di çavên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker de tirseke mezin dijî û derûniya wan xirab dibe. Di heman demê de her carê ku êrîş tên têkbirin, di nav wê dijwariya şer de ji dengên şervanên berxwedêr dirûşmeyên ‘’Berxwedan jiyan e û Jin Jiyan Azadî’’ tên bîhîstin. Piştî her têkbirina êrîşekê û bidestxistina serkeftinekê, weke ku ji tevahiya gelên herêmê ên bindest û jinan re silav tên şandin.
ŞERVANÊN QSD-YPJ’Ê LI HEMÛ QADAN AMADE BÛN
Fermandarê QSD’ê têkildarî destpêka êrîşên dagirkeriyê wiha axivî: “’Bi pêvajoya hilweşîna rejîma Esad re me geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopand. Ji lew re dihat payîn ku guhertin li herêmê çêbibin. Lê belê ew guhertinên ku mijara gotinê bûn, bêguman li ser gelên me û herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xeteriyan jî bi xwe re diafirand. Li gor geşedanên çêdibûn, di çarçoveya pêwîstiyan de yekser, di vê pêvajoyê de li dijî xeteriyên heyî, em jî ketin nav tevgerînê. Li ser vî esasî em wek hêzên QSD-YPJ’ê ango tevahî hêzên leşkerî, me xwe ji her aliyan ve ji bo tevahî qad û deveran amade kiribû.
Weke destpêkê em derbasî herêma Dêr Hafir bûn. Piştre êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Minbic, Tişrîn, Qereqozaxê pêk hatin. Di çarçoveya pêwîstiyan de bi armanca têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, wek kom me xwe kir du beş. Beşek ji komê (me jî cihê xwe digirt) wek teqwiye me xwe gihand Bendava Tişrîn û Qereqozaxê.”
‘ME ROJA DESTPÊKÊ ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ŞIKAND’
Fermandar Mordem Kobanê rojên destpêkê ya berxwedaniya li Bendava Tîşrînê bi van gotinan ve nirxand û diyar kir ku ew ê nehêlin ku çeteyên dagirker pêşve werin. Mordem Kobanê wiha domand: “Hatina me ya li Bendava Tişrînê, êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker êrîşên bejahî yên çeteyên dagirker ji pêkve qewimîn. Yekser me hewl da ji aliyekê ve bicîhbûna xwe temam bikin û ji aliyekê ve jî bersivê bidin êrîşên çeteyên dagirker. Mesafeyên di navbera me û çeteyên dagirker de gelek kêm û nêzî hev bûn. Lewma pêvçûnên dijwar û ji bejahî ve singesing kêliyên dirêj me bi wan re şer kir. Tevahiya hevalên me bi çek û canê xwe ve bûn sîper û bersiv dan çeteyan û di encamê de me êrîşên wan şikandin. Hê di roja destpêkê de me digot em rê nadin çeteyan. Em xwedî vê biryardariyê bûn.”